SANSÛRA FACEBOOK Û YOUTUBE A LI SER STÊRK TV’Ê
LI SER DAXWAZA TIRKIYÊ BI BAHANEYÊN KÊFÎ HESABÊN STÊRK TV’Ê ASTENG DIKIN
Televîzyona me Stêrk Tv jî, wekî hemû dezgehên çapemeniyê ji malperên medya civakî bi kar tînin.
Tevî satalît û malperên xwe, bi riya wan jî hewl didin weşana xwe bigihînin derdorên herî fireh.
Lê malperên medya civakî yên herî mezin ên cîhanê Facebook û Youtube li ser zext û giliyên Tirkiyê û derdorên faşîst, pîvanên xwe bin pê dikin.
Facebook û Youtube bi bahaneyên kêfî weşan û parvekirinên televîzyona me asteng dikin.
Bi taybetî jî facebook tevî ku hemû belge amadebûn, demeke dirêj rûpela televîzyona me fermî nekir.
Lê belê piştî serlêdana riyên hiqûqî, malpera me fermî kir.
Facebookê di 16’ê kanûnê de maîla fermî ya televîzyona contact@sterktv.net ku admîna rûpelê bû, bi bahaneya spame hate girtin.
Bi heman rengî Youtube jî bi îdîaya pîvanên wê hatine binpêkirin, bernameya sersalê û weşana zindî ya çalakiyên 9’ê çilê asteng kir.
Li dijî vê sansora facebook û youtube wê roja înê anog 15’ê çilê saet 19.00″an li ser malperên medya civakî û înternetê kampanya were destpêkirin.