Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Oldaran bang li PDK’ê kir: ‘Cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin’

 

BERXWEDANA LI DERIYÊ SÊMALKA
OLDARAN BANG LI PDK’Ê KIR: CENAZEYÊN ŞEHÎDAN RADESTÎ MALBATÊN WAN BIKIN

5’ê Cotmehê şêniyên herêma Cizîrê li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kon vedan.

Ji wê rojê ve şêniyên Rojava ji PDK’ê daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî dikin.

Her roj bi sedan kes berê xwe dide ser sînor û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rûreş dike.

Şandeyek ji Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan, Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan û malbatên şehîdan çû serdana çalakgeran.

Heyetê xwest PDK cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li gerîlayên azadiya Kurdistanê derkeve.

LEHENGÊN BERXWEDANA WERXELÊ
ALA XIDIR XELEF – HÊVÎDAR TIRBESPIYÊ LI QAMIŞLO HAT BÎRANÎN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê jî di daxuyaniya xwe ya 24’ê Cotmehê de, nasnameya 4 gerîlayên ku di 10’ê Cotmehê de bi çekên kîmyewî li Warxelê şehîd bûbûn ragihandin.

Yek ji wan gerîla Ala Xidir Xelef bi nasnav Hêvîdar Tirbespiyê bû.

Ji bo gerilayê şehîd li Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan.

Dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê Xerme Elî, serdanên sersaxiyê bi stran û tilîliyan pêşwaz kir.

Xerme Elî diyar kir ku ji bo xaka Kurdistanê û rizgarkirina wê tişta herî buha feda kir û got;

Ez îro serbilind im ku bûme dayika şehîd.

Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê di sala 2013’yan de tev li refên gerîla bû û di 10’ê Cotmehê de li Warxelê tevî hevrêyên xwe di encamê topbarana bi çekên kîmyewî ji hêla dagirkeriya Tirk ve şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv