Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: ‘Sendîkayên karkeran ên Înglîstanê sekin û helwesteke dîrokî nîşan dan’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
SENDÎKAYÊN KARKERAN ÊN ÎNGÎLÎZTANÊ SEKIN Û HELWESTEKE DÎROKÎ NÎŞAN DAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser komploya navnetewî û helwesta li dijî komployê sekinî.

Bal kişand ser helwesta sendîkayên Îngîlîstanê û got;

Sendîkayên Îngîlîstanê, li hemberî komployê sekin û helwesteke dîrokî nîşan dan.

Piştgiriyeke wiha ji Îngîlîstanê, ji her alî ve girîng e.

Ev jî radixe holê ku wê salvegera 24’an bibe sala serkeftinê.

Di heman demê de nîşan dide ku di sala 24’an de divê têkoşîneke çawa were meşandin jî.

Li çar aliyê cîhanê fikrên Rêber Apo berbelav dibin û xwedî lê tê derketin.

Bi vî awayî rastiya rêbertiyê dibe gerdûnî

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
TEVGER Û GEL DIXWAZE DENGÊ RÊBER APO BIBIHÎZE Û LI FIKRÊN WÎ GUHDARÎ BIKE

Dûran Kalkan, xwest ku tevî hemû astengiyan jî têkoşîna hiqûqî dewam bike.

Bi salan e ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin.

Tevger û gel dixwaze dengê Rêber Apo bibihîze, li fikrên wî guhdarî bike.

Divê em vê daxwaz û têkoşînê her tim mezin bikin.

Di sala 24’an de em ê têkoşîna li dijî Komployê mezintir bikin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
RÊVEBERIYA DYA’YÊ BIRYARA KOMPLOYÊ DA DIVÊ BIDAWÎ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bibîr xist; ku rêveberiya DYA’yê biryara komployê da.

Herkes vê yekê dizane; yê ku Rêber Apo dîl girt û bir Îmraliyê CIA bû.

Li Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn, rêya aşitî û çareseriyê bi bidawîkirina sîstema tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêber Apo de pêkan e.

Divê Amerîka vê yekê baş bizanibe.

Me wekî tevger û gel her tim vê yekê îfade kir.

Îradeya ku kare pirsgirêka Kurd çareser bike îradeya Rêber Apo ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
EM LI BENDÊ NE HERKES HELWESTEKE BI HIŞYARÎ Û RAST NÎŞAN BIDE

Bi majrê ve girêdayî Dûran Kalkan xwest ku herkes di vê çerçoveyê de helwesteke rast nîşan bide.

Yanî divê xeta û niheqiyên dîrokî werin sererastkirin.

Rêveberiyên berpirsiyar ku siyaseteke çewt a Kurd pêş xistine, niheqiyê li gelê Kurd kirine divê vê yekê sererast jî bikin.

Bi rastî jî ku piçek alîgirên çareseriyê bin, divê helwesta wan bi vî awayî be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di vê çerçoveyê de jî bang li rêveberiya DYA’yê kir ku helwesteke rast nîşan bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv