Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NY: Bratt McGurk wê bibe nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur 07.01.2021

 

JOE BIDEN EKÎBA XWE YA NÛNERÊN DERVE JÎ AMADE DIKE
NY: MC GURK WÊ BIBE NÛNERÊ ROJHILATA NAVÎN Û AFRÎKAYA BAKUR

Li demeke ku hê jî serokê amerîkî Donald Trump, têkçûna xwe qebûl nake, Serokê nû hilbijartî Joe Biden jî ekîba xwe ya hundir û derve ji niha ve amade dike.

Tê diyarkirin ku Biden wê gelek nûnerên payebilind ên berê, ji nû ve wezîfedar bike.

Hin ji wan nûneran ji aliyê Donald Trump ve ji wezîfê hatibûn girtin an jî ji ber nerazîbûna ji pêkanînên wî îstîfa kiribûn..

Yek ji wan wezîfederên ku ji ber îtîfaqa Trump bi tirkan re, îstîfa kiribû Brett Mc Gurk bû.

Mc Gurk ku li rojhilata Navîn nûnerê bilind ê têkoşîna li dijî DAIŞê bû, dema Donald Trump di cotmeha 2019an de diyar kir ku ewê hêzên amerîkî ji rojavayê Kurdistanê vekişîne, îstîfa kir.

Mc Gurk, weke sedema îstîfaya xwe xweşbîniya Trump a beramberî êrişbaziya dewleta tirk nîşan da.

Piştî îstîfaya Mc Gurk, Trump sefîrê berê yê amerîkî yê li Enqerê James Jeffrey li şûna wî bicih kir.

James Jeffrey bi têkiliyên xwe yên germ ên li gel Enqerê dihat nasîn.

Li nava lîsteya rêveberiya Joe Biden ên ji nû ve werin wezîfedarkirin, navê Mc Gurk jî derbas dibe.

Li gorî agahiyên Rojnameya New York Times belav kirin, Mc Gurk wê bi rutbeyeke hê mezintir were wezîfedarkirin û bibe nûnerê amerîkî yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv