Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amerîkayê kongres hat dagirkirin û Washingtonê rewşa awarte ragihand 07.01.2021

 

TRUMP ALÎGIRÊN XWE SOR KIRIN
KONGRES HAT DAGIRKIRIN Û LI WASHINGTONÊ REWŞA AWARTE HAT RAGIHANDIN

Doh 6’ê Çile, plan ew bû ku kongresa Amerîkayê encama hilbijartinên 3 Mijdara 2020’an erê bike..

Lê beriya civîna kongresê, serokê heyî Donald Trump careke din di helwesta xwe de israr kir û alîgirên xwe li hemberî Joe Biden sor kirin..

Piştî vê daxuyaniya Turmp û bi taybet dema ku civîn destpêkir, bi hezaran alîgirên wî li dora avahiya Capîtol a Kongresê kom bûn..

Û di nava demeke kurt de bi sedan kes êrişî avahiyê kirin û xwe gihandin salona Kongresê…

Li ser destwerdana polîsan, pevçûn li nava salonê pêk hatin..

Li gorî çapemeniya Amerîkayê di aloziyê de gelek kes birîndar bûn..

Her wiha hat îdîakirina ku jineke li nava salona Kongresê jî jiyana xwe ji dest da..

Ji ber ku rewş gelek xerab bû, Şaredara Waşîngtonê qedexeya derketina derve ragihand..

Şaredara Muriel Bowser êrişa alîgirên Trump weke şermeke mezin binav kir û ji xelkê paytextê xwest ku bi ti awayî ji malên xwe dernekevin..

Wezareta Parastinê jî ji bo pêşî li tûndiyê bigre, hêzên taybet xistin nava tevgerê..

Li hemberî zêdebûna tûndiyê, serokê Amerîkayê yê nû hatî hilbijartin Joe Biden bi weşaneke zindî ji gel re axivî û ev peyam da:

Demokrasiya welatê me di bin gefeke mezin de ye. Êrişa hatî kirin encama fitneyê ye. Ev dîmen bi ti awayê li rastiya Amerîkayê nayên.

Joe Biden bang li Donlad Turmp jî kir da ku alîgirên xwe rawestîne..

Piştî vê banga Biden, Donlad Trump li ser hesabê xwe ê twîtterê peyamek bi dîmen belav kir û j alîgirên xwe xwest vegerên malê..

Trump ê bi xwe ew kesên êrişkar sor kirin, îdîa kir ku ew alîgirên aramî û aştiyê ye…

Di vê navberê de welatên Yekîtiya Ewrûpa û Sekreteriya NATO li dijî êrişa alîgirên Trump nerazîbûn nîşan dan..

Di daxuyaniyan de hat gotin, dîmenên ji avahiya Kongresa Amerîkayê belav bûn di asta şokê de bûn..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv