Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Mijara sîlehan û yek muxatabê aştiyê 06.04.2021

 

MIJARA SÎLEHAN Û YEK MUXATABÊ AŞTIYÊ
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ji mijara agirbest û sîlehan yekser Rêber Apo têkildar e. Yanî PKK jî bi tena serê xwe nabe muxatabê mijarê û divê aliyên siyasî jî wilo zanibin. PKK û Rêbertî jî perçeyek ji hev naqetin. Rêber Apo ji sala 1993’an ve di lêgerîna aştî û çareseriyeke siyasî de ye. Ev yek di 22 salên Îmraliyê de jî wiha ye. Eger tecrîd ewqasî giran be sedemek wê jî helwesta Rêber Apo ji ber çareseriyê ye. Divê ev yek ji civaka Tirkiyê re were gotin û rêbazên wê hebin. Rewşenbîr û demokratên Tirkiyê di vê mijarê de dikarin rola xwe pêk bînin.

Qêrîna milyonan li qadên Newrozê cesaret daye rewşenbîr û demokratên Tirkiyê. Wê demê divê ji qadan heta çapemeniyê bê gotin bê muxatabê aştiyê kiye û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Divê pirsgirêk baş bê nîqaşkirin. Mînak di mijara sîlehan de jî mirov giştî neaxive. HDP cihê wê diyar e. Di mijara aştî û demokrasiyê de dixebite û ji ber vê yekê jî êriş li ser hene. Niha doza girtina wê heye. Di Newrozê de doza HDP’ê pêk hat û her kesî li qadan ev yek dît. Li cem gelê me ev doz têk çûye, lê heta AKP-MHP ji desthilatdariyê nekevin wê demokrasî pêk neye.

Di rewşeke wiha de ku riya siyasetê girtî be, ma sîleh wê çawa bêdeng bin.

Yên li dij derkevin jî bila li hovîtiya DAIŞ’ê binêrin. Bê xweparastin çiqasî pêwist e. Yên vê fêm nakin bila li fermana Şengalê binêrin û riya çareseriyê pêşniyar bikin. Li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê wê ji bo Rojava çi bêjin.

Eger çareseriya siyasî bê xwestin herî zêde Rêber Apo vê dixwaze û 22 sal in tecrîdkirî ye.

Eger hêzên navnetewî çareseriyeke siyasî xwestibana wê deriyê Îmraliyê vekiribana. Ji derveyî wê çareseriyeke heqîqî pêk nayê.

Divê her kes li gorî rol û misyona xwe tevbigere. Di vê dema dîrokî de ti kes nebe amûrê komplogeran û di mijara agirbest û sîlehan de zelal bin.

Niha divê her kes ji aliyê xwe ve beşdarî pêngava dem dema azadiyê bibe û helwesta xwe ya tevlîbûnê destnîşan bike.

Ji ber ku em ketin pêvajoya berxwedanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv