Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasu: Bi qutkirina telefonê ya bi Rêber Apo re armanca tecrîdê derket holê 06.04.2021

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
BI QUTKIRINA TELEFONÊ YA BI RÊBER APO RE ARMANCA TECRÎDÊ DERKET HOLÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Mûstafa Karasû, tecrîda giran a li ser Rêber Apo, pêngava demdema azadiyê ye û êrişên li dijî HDP’ê nirxand.

Têkildarî hevdtina dawî ya bi Rêber Apo re û qutkirina telefonê de Mûstafa Karasû got;

Bi awayekî vekirî naxwazin fikrên rêber Apo bigihêjin civaka Kurd, gelên li Rojihlata Navîn û civaka mirovahiyê.

Ji bo ku civak nebin xwedî fikir û ramaneke rast û xeteke rast, di serî de dewleta tirk a qirker û hêzên desthilatdar, li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin.

Li aliyekê jî zexta li ser civakê zêde kirin û xwestin Newroz lawaz derbas bibe.

Lê belê ev berevajî zivirî û gelê me bi hêzeke mezin rabû û xwedî li rêberê xwe derket.

Piştî vê yekê hevdîtinek bi rêya telefonê dane çêkirin.

Bi van hevdîtinan dixwazin civakê bi ewqînin û gelan bi xapînin.

Serok Apo jî got; ez xwe nakim amûrekî xapandina gelan û hevdîtinê red kir.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
ELZEM E KU ÊDÎ RÊBER APO BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE

Mûstafa Karasû da zanîn ku bi qutkirina telefonê re cewhera sîastema tecrîdê ya li Îmraliyê jî derketiye holê.

Ev hevdîtin vê yekê bi awayekî vekirî raxist holê; Êdî xwestina rakirina tecrîdê têr nake.

Heya ku Rêber Apo azad nebe, tecrîd û zexta li Îmrali jî bi dawî nabe.

Heya ku tecrîd û zexta li Îmrali bi dawî nebe zexta li ser civaka Kurd û gelên Tirkiyeyê jî bi dawî nabe.

Ji ber vê yekê jî elzem e ku êdî Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
BI GIRTINA HDP’Ê RE DIXWAZIN HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BIPERÇIQÎNIN

Bi mijarê ve girêdayî Mûstafa Karasû, doza girtina HDP’ê jî nirxand û diyar kir ku zext ne tenê li gelê Kurd tê kirin.

Ji bi gelê Kurd nefes nestîne zextê li hêzên demokrasiyê jî dikin.

Sedema vê pirsgirêka Kurd e.

Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike, zextê lu gelên Tirkiyê hemûyan dike.

Ji ber vê yekê jî ji bo ku Kurd nefesê negirin, hêzên demokratîk, ciwan, jin hemûyan dixe bin zextan.

Bi rastî jî HDP desthilata AKP’ê tengav kir.

Niha jî dixwazin HDP’ê bigirin.

Qaşo bi girtina HDP’ê wê hêzên demokrasiyê bêdeng bikin.

Divê were dîtin ev ne têkoşîneke salek an jî du sala ye, ku wisa bûya dibe ku bi ser ketina.

Ev têkoşîneke ku xwe dispêre têkoşîna 50 salî.

Bingeheke dîrokî ya bi hêz heye, ango ne tevgereke ku li ser maseyê hatiye avakirin.

Di encama têkoşîna gelê Kurd û gelên Tirkiyê de derketiye holê.

Bi girtina tabelayekî ne pêkane HDP’ê bigirin.

Mûstafa Karasû, êrişên faşîzan ku parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu pê re rû bi bû ma jî nirxand û got;

Wekîlê HDP’ê hemû pêkanînên faşîst derxist holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv