Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: Hewa hatin hewa çûn! 04.03.2021

 

HEWA HATIN HEWA ÇÛN !
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Xelkê ji bo berxwedana Zapê digot “Siwar hatin, peya çûn”. Li Garê jî “Hewa hatin, hewa çûn. Ev gotin dewama hev in. Yanî Garê bû dewama pêvajoyê, Zap, Xakûrkê û Heftanînê temam kir.

Ji bo Garê rewşa hewayî bê gotin baştire. Hem mecazî, hem jî di rastiyê de ji hewayê hatin û di hewayê de çûn. Wekî din jî hewa xwe stendin. Ji ber ku êsîrê şîdetê ne çavê wan li komkujiyek mezin bû, lê ew hêviya wan a bi xwîn berhewa bû. Tişta ku xwestin nebû, lê dîsa jî xwîn li pey xwe hiştin.

Garê karaktera kujer a vê desthilatdariyê raxist ber çavan. Eger muxalefet rast bûya wê ev desthilatdarî têk çûba. Muxalefetê hinekî dengê xwe bilind kir, lê dîsa jî têr nekir. Di encamê de hat dîtin ku bê çawa nêzî HDP’ê dibin û zihniyeta wan eşkere dibe. Ji ber ku muxalefet di tezkereyên şer de dengê erê bi kar tîne berpirsiyariya wan heye.

Divê bê qebûlkirin ku polîtîkayên li ser şîdet, tecrîd û dagirkeriyê têk çûn. Muxalefeta ku vê xetê red neke nikare bi serkeve. Niha jî firsendeke dîrokî li ber derî ye. Çiqasî rojevê biguherîne jî AKP bi awayekî fîîlî ji destilatdariyê ketiye. Eger muxalefet ji derveyî AKP’ê projeyekê pêş bixe û li dijî tecrîda li Îmraliyê derkeve wê demê dikare bibe alternatîf.

Muxalefeta ku ji pirsa Kurd re bêje teror, wê demê hevkarê qirkirinê ye. Guhertinên heyî muxalefetê neçarî guhertinê dike. Eger zimanekî ji derveyî înkar û îmhayê bi kar bîne wê demê dikare bi HDP’ê re dawî li rejîma yek zilamî bîne.

Piştî Garê polîtîkayên kevin nema dimeşin. Kes nema bawerî bi polîtîkayên AKP’ê yên sexte tîne. Erê bedela wê giran û bi êş bû, lê çavê xelkê vebû. Li dijî dîktatoriyê hêviyek bi xelkê re çêbû. Piştî Garê cesaret bi muxalefetê re çêbû. Divê ev yek bi ketina desthilatdariyê re encam bibe. Kesên wiha tevnegerin wê temenê AKP’ê dirêj bikin.

Niha wekî ku ne AKP, HDP bûye sedema felaketa li Garê tevdigerin. Ji ber vê yekê fezlekeyên HDP’ anîn rojevê. Bi vî rengî dixwazin têkçûna xwe ya li Garê veşêrin û HDP’ê tengav bikin. Her wiha muxalefetê jî bêbandor bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv