Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demirtaş: ‘Du deverên hiqûq qet lê tine ye’

 

DU DEVEREN HIQÛQ QET LÊ TINE YE
NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Zilim li her derê zilim e lê li hin deveran qat bi qat e. Li hin deveran guh na bihîzin, çav nabînin. Qêrînên li wan deveran olan nadin. Herkes navê wêderê dizane. Di demekê de navê wê nikaribû bihata gotin, nivîsandin, axaftin. Digotin “wêderê” an jî “ewder”. Ku ewder Kurdistan nîn be, welatê Erdogan û Bahçelî be, gelo ev zilma mezin çiye? Gelo ev dijminatiya çima?

Yên digotin “Ewder-vêderê tine, herder eynî ye” divê çavên xwe vekin. Ku wisa bûya mirovên li wêderê di rêya koçberiyê de nediketin vî halê perîşan.
(…)

Hed û hesabên sûcên dijmirovî yên ku AKP/MHP’ê li Kurdistanê meşandine tine. Ev hemû bi temamî bi mantiqeke faşîst-nijadperest ji bo qaşo “ewlehiya welat” meşrû dikin.

Li Tirkiyê AKP/MHP’yek ku bi karker, gundî, karmend, xwendekar û ciwanan xwînê dide vereşandin heye. Belê zilim li her derê heye, lê li Kurdistanê asteke din werdigire. Yên ku vê ferqê nebînin nikarin pirsgirêka Kurd û rastiya Kurdistanê jî fêm bikin.

Du deverên ku bêyî îstîsna ti qanûn lê derbas nabin hene: Yek Îmrali, yek jî Kurdistan e! Herdu jî bi hev ve hişk girêdayî ne…

Çend roj berê Wezîrê Dadgeriya Tirk, li hemberî peyvên wezîrê navxweyî yê xesipkar, daxuyakirin ku divê hiqûq li pêş bi meşe. Ev peyv li gorî neqamê wî, tê xuyan ku li ciyê xwe rûdinê. Wezîrekî lihevkirî yê Dadgeriyê divê li pişt gotinên xwe bisekine.

Îcar çima li Îmraliyê hiqûq tineye? Mafê ku 250 hezar jê sûdê werdgirin çima yek be jî li Îmrali tine ye?

Di vê navberê de bêqanûniya li Îmraliyê li hemû zindanan belav kirine. Divê kesên 30 sal in di girtîgehê de tehliye bibin lê bi behaneya qanûna înfazê; terkî bê wijdaniya qerdiyan û miduran kirine.

Li devereke ku midur-qerdiyan qanûn bin, pêkanîna dadgeheke şaredarekî AKP’yî li meqamê xwe, wê çi be?

Ku Wezîrê Dadê dibêje “bila hiqûq li pêş bi meşe”, divê hiqûqê li her derê pêk bîne. Wezîrekî dadê ku ti qanûnê li Îmraliyê pêk nayne gelo wê çawa pêbawer be?

Lewre şerê wan ne yê hiqûqê ye; yek rewşa heyî deşîfre dike, yê din jî tenê li hember derdikeve, dibêje deşîfre neke! Tenê ev e: Bêhiqûqiyê bike lê hiqûqê biparêze.

Ku gelê Kurd mijara gotinê be, gelek delîl hene ku tu mafê Kurdan tine ye. Yek ji vana jî, amlbata Şenyaşar e ku li ber çavê civakê eziyet dikişîne.

Gelo ku malbata Şenyaşar ne ji Rihayê, lê belê ji Rîzeyê buya, wê komkujiyeke bi vî awayî bianîna serê wan; pêk bianîna jî lêgerîna wan a edaletê wê wisa bêbersiv bihiştina?
(…)

Tekane rêya ku dawî li vê pêvajoya tarî bîne, ewe ku hiqûq li van herdu deveran serwer bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv