Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Tiliya PDK’ê’

 

TILIYA PDK’Ê
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Berî demeke kin, erkdarê lêkolînê yê li zanîngeha Firatê Hifzullah Kutum, li ser hesabê xwe yê twitterê peyama “şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be, bijî Kurdistan” par vekir. Ji ber vê yekî jî ji erka xwe hat hat dûrxistin û 6’ê mijdarê jî hat girtin.

Ew “şoreşa Îlonê” ku Hivzullah Kutum qala tevgera wê dikir, têkoşîna çekdarî ya Mela Mistefa Barzanî bû ku di 11’ê Îlona 1961’an de li dijî hikûmeta Iraqê dabû destpêkirin bû. Hivzullah Kutum, vê parvekirina xwe jî bi wêneyê li ber posterê Mela Mistefa Berzanî yê li ser hespê pêk anîbû.

Ev parvekirina ku kirin sedema girtinê jî tu eleqeya xwe bi PKK’ê re tinebû. Wekî yên ku polîtîkaya rojane dişopînin rektorê zanîngehê, dozgerê ku ji Kûtûm re biryara girtinê xwest, dadgerên ku biryar jî dan baş dizanibûn ku ev peyam ji bo piştgiriya malbata Barzanî ya li başûrê Kurdistanê û PDK’ê hatiye dayîn.

Ev dane li aliyekê…
Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî 15’ê Mijdara 2021’an li “Forûma Aşitî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn” axaftinek kir. Di axaftina xwe de tawsiyeyan ji rêveberiya rojava re dikir û wiha digot; “di hevdîtinên me yên bi rayedarên Tirkiyê re, dibêjin tu pirgirêka me bi Kurdan re tine ye, pirsgirêka wan bi PKK’ê re heye. Ku rêveberiya rojava têkiliyên xwe ji PKK’ê qut bike, wê hesasiyetên Tirkiyê jî li hemberî wan kêm bibe. Ku Rojavayî pêşerojeke xweş û alîkarî bixwazin divê têkiliya xwe ji PKK’ê qut bikin.”

Gelo ji ber ku têkiliya erkdarê lêkolînê Hivzûllah Kûtûm bi PKK’ê re hebû, li ber ala PKK’ê wêne kişandibû, pêngava 15’ê tebaxê ya 1984’an pîroz kiribû, ji kar hat dûrxistin û girtin?
(…)

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar, di hevdîtinên budceyê de bersiv daye pirsan û gotiyr; “Li Tirkiyê û derveyî Tirkiyê tu erdnîgariyeke bi navê Kurdistanê tine ye”; Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî pirsiye, “çima?”
Li ser pirsa “Kurdistana Iraqê tineye? Hûlûsî Akar bersiva “na na” daye.

Gelo rayedarên Tirk ku bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirine derew dikin, an jî Barzanî? Mesrûr Barzanî û Malbata xwe; tevî siyasetmedar, burokrat û tirşikçiyên ku hîmaye dikin, difikirin ku bi manîpulekirina rastiyan wê heya dawiyê karibin civakê bi xapînin. Ji bo têkiliya PDK-Dewleta Tirk bi nixumînin, derewa pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re tineye serwîs dikin.

Rêveberiya Hewlêrê, ji ber koçberiya Kurdan a li ser sînorê Polonya-Belarûsyayê tu berpirsiyariyê nagire ser xwe. Wekî ku Başûrê KUrdistanê ew birêve nabin bê xem û rihetin. Wisa difikirin ku bi sedemên hevnegirtî û tîrajîkomîk wê karibin ser pirsgirêkan bigirin. Wekî şirîkê xwe Erdogan di hemû pirsgirêkan de li “tiliyekî derve” digerin. Û ev tilî jî piranî dibe PKK…
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv