Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrê Şengal: ‘Emê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin’

 

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Nûrê Şengal bi wesîleya salvegera 6’emîn a rizgarikrina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê got, “Em ê heta dawiyê xwedî li vê xakê derkevin ku xwîna şehîdên me lê hate rijandin.”

Di navbera salên 2014-2015’an de dema ku li dijî DAÎŞ’ê şer dihate kirin li Şengalê 2 hêzên berxwedanê hebûn. Gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YJŞ-YBŞ’ê ku bi erka parastina civaka Êzidî radibûn. Hêza duyemîn a li qada şer jî dayikên Şengalî bûn ku piştgirî didan şervanan. Nûrê Şengal jî yek ji wan dayikan e.

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê ku mil bi mil li gel bexwedêran têkoşiya, ji ANF’ê re qala wê demê kir.

Nûrê Şengal ku ji gundê Xanesorê ye, sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin, mîna her kesî ji bo nekeve destê DAÎŞ’ê hewl da biçe Başûrê Kurdistanê. Nûrê Şengal got, “Dema ku êrişa DAÎŞ’ê dest pê kir, li Rabîayê em li nava bexçeyê xwe bûn. Serê sibehê me dengê çekan bihîstin. Em rahiştin zarokên xwe. Tevî çend malbatan em çûn Başûrê Kurdistanê. Nêzî rojekê em meşiyan. Li kampên Başûr man. Hevserê min ji bilî Şengalê li cihekî din nikarîbû bima. Lewma vegeriya Şengalê û tevî gerîlayan şer kir. Piştî ku rê vebû ez jî tevî zarokan vegeriyam Şengalê. Çi dibe bila bibe xaka me ji xaka xerîb gelekî baştir e.

‘KONÊ LI SER XAKA MIN JI BO MIN MÎNA KELEHÊ BÛ’

Dema ku em vegeriyan şer hînê dewam dikir. Ji ber vê yekê em çûn quntarê çiyê. Gerîlayan ji bo me konek vedabûn. Wê demê dilê min rehet bû. Ji ber ku li xaka xwe bûm, ev kon ji bo min mîna kelehê bû. DAÎŞ wê demê hîn li hin gundan hebû. Gerîlayan gelekî alîkarî didan me. Piştî ku me ew nas kir me rêya rast nas dikir. Bi vî rengî me fikrê Rêber Apo nas kir.”

‘GERÎLA HÎNÎ ME KIR KU EM ÇAWA DIKARIN BIBIN HÊZ’

Ber bi dawiya sala 2015’an çeteyên DAÎŞ’ê bi destê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hatin têkbirin.

Nûrê Şengal ku şahidî ji dema rizgarkirina Şengalê re kir, li ser hestên xwe yên wê demê wiha axivî: “Li aliyekî gerîlayan şer dikir, li aliyê din jî me jî xwarin ji wan re amade dikir. Em dayik li hev kom dibûn, di beroşên mezin de me xwarin çêdikir û dibir çeperan ji şervanan re. Şer gelekî giran bû, lê belê ji ber ku em bi şervanên xwe re bûn gelekî bi moral bûn û ew kêlî ji bo min ji niha xweştir e. Em gelekî kêfxweş bûn, ji ber ku azadî ne gelekî dûr bû. Carna em diwestiyan, lê belê dema ku me şervanên xwe didît, ew rewşa westiyayî nedima. Me digot, van şervanan canê xwe ji bo me dan, xwîn di ber me re rijandin, çi ji destê me bê em ê bikin.

Berê em gelekî ditirsiyan, lê belê piştî gerîla me tirs têk bir. Em hîn kirin ku xurt bin. Me dayikan wê demê biryar dan; em ê li ber xwe bidin, eger pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê û xwe biparêzin. Gerîlayan ji me re digotin, eger hûn bitirsin wê careke din ferman li we rabe û bi vî rengî cesaret didan me. Keça min wê demê tevlî nava refên YJŞ’ê bû. Gelek kesan ji min re gotin ku keça min biçûk e, lê belê min ji wan re digot, destûrê bidin ku bila hînî xweparastinê bibin û bi vî rengî dema ku mezin bû ferman careke din lê ranebe, ku karibe xwe biparêze. Dema ku Şengal hate azadkirin em li çiyê bûn. Gerîla hatin gel me û ji me re gotin ku Şengal azad bûye. Em gelekî kêfxweş bûn, me şahî li dar xist.”

‘EGER ÊZIDÎ HEMÛ LI XAKA XWE VEGERIN WÊ ŞENGAL HÎN XWEŞTIR BIBE’

Nûrê Şengal di dawiay axaftina xwe de bang li Êzidiyên li derveyî Şengalê kir ku li xaka xwe vegerin û got, “Şengal ji berê xweştir e. Xaka me piştî ku hate rizgarkirina Rêveberiya Xweser hate avakirin. Me meclîs û saziyên xwe ava kir. Ez jî tevlî nava karên meclîsê bûm. Eger Êzidî hemû li xaka xwe vegerin wê Şengal hîn xweştir bibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv