Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Muxtarê gundek Behdînanê: Sedema koça ciwanan dagirkeriya dewleta Tirk e

Muxtarê gundek bajarokê Batûfa ya Herêma Behdînanê ragihand ku di nava salekê de ji gundê wan 80 ciwanan berê xwe dane welatên Ewrupayê. Muxtar sedema koça ciwanan bi dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê ve girêda û got; “Em ji ber leşkerên Tirk nikarin biçin nava gundê xwe.”

Bi hezaran penaber niha li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane, piraniya wan penaberan Kurdin û weke bi xwe dibêjin ew ji ber zilm û zordariya Hikumeta Herêma Kurdistanê reviyane.

Muxtarê gundê Nizurê ya ser bi bajarokê Batûfa ya ser bi bajarê Zaxo Tariq Îsmet, derbarê sedema koça ciwanan ya ber bi welatên Ewrupayê ji Rojnews re axivî.

Muxtarê gundê Nizurê Tariq Îsmet destpêkê behsa koça ciwanan ya ji gundê xwe dike û dibêje, tenê ji gundê me di nava salekê de 80 ciwanan koçkirine. Ev rêje roj bi roj zêde dibe.

‘Sedem dagirkeriye’

Tariq behsa sedema koça xelkê Başûrê Kurdistanê ya ber bi welatên derve dike, sedem bêkarî û nebûna pereye û wiha dewam dike; “Bombebarana dewleta Tirk jî sedemek din ya koçkirina ciwanane. Ji ber ku bombebaranên dewleta Tirk metirsiyê li ser jiyana welatiyan çêdike. Artêşa Tirk baregehên xwe aniye nav gund û bajaran. Xelk êdî nikare kêlometreyek jî derbikeve û di nava  herêmek teng de jiyan dikin.”

‘Gundê me jî hatiye dagirkirin’

Muxtar Tariq di dewama axaftina xwe de behsa bandora dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêma wan dike û destpêkê gundê xwe weke mînak nîşan dide. Tariq dibêje gundê wan jî ji aliyê Artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin û wiha dawî li axaftina xwe tîne; “Em nikarin serdana gundê xwe bikîn, niha bi ti awayî bavê me jî nikare serdana gundê xwe bikin. Niha leşkerên Tirk 5 kêlometre nêzî gundê me bûne û kes nikare biçe nava gund.”

Tariq Îsmet

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv