Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Newroz Cizîrî: ‘Sala 2022’yan wê bibe sala serketin û azadiyê’

 

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê NEWROZ CIZÎRÎ:
SALA 2022’YAN WÊ BIBE SALA SERKETIN Û AZADIYÊ

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Newroz Cizîrî sala 2021’an ji malpera PAJK’ê re nirxand.

Newroz Cizîrî di nirxandina xwe de îşaret bi tecrîda Îmraliyê kir û da zanîn ku hêzên kapîtalîst di şexsê Rêber Apo de hewil didin civakê tecrîd bikin.

Di şexsê netewe-dewletên ku xwe dispêrin pergala kapîtalîzmê de, şerek li ser Rojhilata Navîn tê meşandin.

Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Li ser vî esasî êrişên herî mezin jî li ser Rêber APO tên meşandin.

Bi her şêwazên ji derveyî mafên mirovan êrişeke mezin li hemberî Rêber APO tê meşandin.

Bi vê awayî êriş di heman demê de li ser gel û mirovahiyê tê pêkanîn.

Di şexsê Rêbertî de jina azad, civaka azad û mirovên azad tê cezakirin.

Di vê wateyê de tecrîda ku tê meşandin, tecrîda li ser jina azad, mirovahiya azad û civaka azad e.

Newroz Cizîrî di nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya pêngava Dem Dema Azadiyê ye û got:

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê NEWROZ CIZÎRÎ:
BI TECRÎDKIRINA RÊBERTIYÊ DIXWAZIN DENGÊ AŞITÎ, AZADÎ Û CIVAKÊ QÛT BIKIN

Têkoşîna gelê Kurd êdî gihîştiye asta civakeke ku xwe birêxistin kiriye.

Îro gelê Kurd di qonaxa xwe ya serkeftinê re derbas dibe.

Ji ber vê yekê êrişên pir dijwar vê salê jî li ser tevgera me hat meşandin.

Bi tecrîdkirina Rêbertiyê, dixwazin dengê aşitiyê, azadiyê û civakê qût bikin.

Lewma di nava salê de pêngava “Dem dema azadiyê ye” bi wate bûye.

Ev pêngav li hemû qadan bi dilgermî, coş û biryardariyeke mezin ve ji aliyê gelan ve hatiye pêşwazîkirin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser heremên parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla jî Newroz Cizîrî ev nirxandin kir.

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê NEWROZ CIZÎRÎ:
HÊZÊN YJA-STAR’Ê BI SEKNA XWE YA ŞOREŞGERÎ BERSIV DAN VAN ÊRIŞAN

Her wiha li hemberî wargehên azadiyê, çiyayên azad û şervanên azadiyê jî êrişên mezin pêk tên.

Ji meha Nîsanê dewleta tirk a dagiker û hevkarên wê, li Başûrê Kurdistanê êrişan dide meşandin.

Li hemberî van êrişên ku li ser hemû qadên parastina medyayê tên meşandin, berxwedaniyekî dîrokî ya çêbû.

Hêzên me yên leşkerî YJA-Star’ê bi sekna xwe ya şoreşgerî bersiv da van êrişan.

Bi çalakiyên xûrt derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dan.

Di dewama nirxandinên xwe de Newroz Cizîrî îşaret bi têkoşîna jina Azad kir û got:

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê NEWROZ CIZÎRÎ:
DI VÎ ŞERÎ DE HERÎ ZÊDE JIN DIBIN MAXDÛR Û ÊŞÊ DIKIŞÎNIN

Ev şer ne tenê şerekî li hemberî Kurdan e.

Di vî şerî de herî zêde jin dibin maxdûr û êşê dikşînin.

Ji lewra pêngava KJK’ê ya “Dem Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” girîng e.

Jinên Kurd di çarçoveya vê pengavê de li Kurdistan û tevahî cîhanê çalakiyên cûr be cûr lidarxistin.

Îro jina Kurd di wê hêzê de ye ku li hemberî hemû hêzên hegemon, bi îradeya jina azad dikare têbikoşîn.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Newroz Cizîrî herî dawî sersala tevahî gelan, jinên berxweder û tekoşer pîroz dikin û got:

Ew ê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinan, sala serketinê.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv