HEVDÎTINA HDP’Ê Û TJA’YÊ BI JINÊN WANÊ RE
“HETA DERIYÊ ÎMRALIYÊ NEYÊ VEKIRIN QEYRANÊN LI TIRKIYÊ ÇARESER NABIN”
Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li Wanê bi jinan re civiya.
Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî hevdîtinê bûn.
Destpêkê Hevşaredara Serawê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Caziye Duman axivî û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet.
Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan jî anî ziman ku wê sala 2022’yan dê bibe sala azadiyê.
Muazzez Orhan bal kişand ser polîtîkayên faşîzma AKP’ê û qetlîama Parîsê jî bibîrxist.
Parlementera HDP’ê Muazzez Orhan diyar kir ku heta ku deriyê li Îmraliyê venebe aştî pêk nayê, qeyrana aboriyê nayê çareserkirin û demokrasî nayê vî welatî.