Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê beşek ji Îranê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina bi serokkomarê nû yê Îranê re got; “Herêma Kurdistan beşek biçûk ji Komara Îslamî ya Îranê ye. Em rê nadin ji xaka Herêma Kurdistanê, ewlekariya Îranê were hedef girtin.”
Duh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq bi Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiyan.
Li gorî medya Îranê serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevdîtinê de diyarkiriye ku alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji awayê tê xwestin dûrketiye. Reîsî got ku divê Iraq û Herêm nêzî hev bibin û ji bo vê jî pêngavên nû bavêjin.
Medya Îranê dibêje, Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtina bi Reîsî re gotiye; “Em weke Herêma Kurdistanê kêfxweşîn ku Reîsî bûye serokkomarê Îranê. Hêvîdarîn peywendiyên siyasî û aborî yên nava Îran û Herêma Kurdistanê de ji nû de geş bibin.”
Li gorî medya Îranê Nêçîrvan Barzanî ji Reîsî re dibêje; “Herêma Kurdistan beşek biçûk ji komara Îslamî ya Îranê ye. Qasim Silêmanî di şerê dijî DAIŞ’ê de xwedî rolek sereke bû. Ji bo vê em xwe deyndarê Îranê dibînin.”
Hate gotin ku Nêçîrvan Barzanî soz daye Reîsî, bi ti awayek ji nav xaka Herêmê ewlekariyê Îranê neyê hedef girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv