Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Pargîn’ a koçeran dîsa tê parastin

 

Cihokên ku nahêlin av bi ser kon de were, ji wan re Pargîn tê gotin. Niha jî li ser vî navê ku koçeran daniye, navendek hatiye avakirin ku li vê navendê nirxên netewî yên Kurd têne parastin.

Pargîn navekî wiha ye ku koçeran ji zozanên Botanê anîne. Lê ne tenê navek e. Li zoanan navekî kêrhatî ye.

Ji bo ku av neçe ser Reşmalan ango konan, ên ku li zozanan hatine vedan, li dora kon cihokeke ne zêde kûr û fireh çêdikin, ji vê cihoka avê re pargîn tê gotin.

Sê kesê ku bi çand, dîrok, muzîk, sînama û çi tiştên têkilî civakê re têkildar û ji bo vê dixebitin Pargînê dikin serê xwe. Piştî şoreşa Rojava bi pênc salan ji bo ku pargînê zindî bikin û bidin jiyîn dest bi nîşqaşan dikin.  Ji zindîkirinê mebest ew e ku bi navê ‘Pargîn’ê stranên dengbêjan, lîstikan, jiyan û rêz û rêçikan derxînin holê û veguhezînin nifşên siberojê. Piştî nîqaşa pênc salan îsal bi navê pargînê navendekê vedikin.

Ji bo Pargînê cihê herî rast gundê bi nave Besta Sûs tê hilbijartin ku di navbeyna gundên Tabqî û Hemzebeg de ye ku li Çiyayê Cûdî dinere. Ji bo ku biryara beriya bi heş mehan standin bi cih bînin diçine gundê Besta Sûs. Li gund malên kevn ku kes lê nîne nûjen kirin.

Ibrahîm Feqe yê ku avaniya teorîk û dîrokî ya avabûna Pargînê datîne wiha dibêje: ”Pargîn bi xwe xeteke çandî ye. Ev her wiha tê maneya ku mirov xeta xwe ya çandî bimîne. Armanca xwe ew e  ku rêz û rêçik werin belgekirin, bidin ber destê civakê û civak bigihije jiyana xwe ya rastî ya çandî. Em nebêjin ev tenê ji bo civaka Kurd e, ji bo hemû civkan e. Lê em Kurd ji vê re ‘Pargin’ dibêjin.

Ji ber ku qira Kurdan anîne em giringî didin civaka Kurd. Ji ber li ser wan hê jî polîtîkaya qirkirinê heye. Ji bo civakên din jî em dikarin vê xebatê bikin .Lê bêhtir em li ser çanda Kurd, civakê, dîrok, rêz û rêçikan û jiyana civakî disekinin. Ji ber ku qirkirina çandî û ya li ser civakê kir ku gelek tişt ji holê rabin .Ji ber vê jî hewceyî bi xebateke wiha hate dîtin û bi vî rengî peywira ku çanda civakê û nirxên wê werin parastin da ser milê xwe.”

Ji damezirandêrê Pargînê  Derhênerê Sînemayê Şêro Hindî têkilî mijarê got, ”Bi taybetî me Pargîn li nav gundên herêma koçeran çêkir. Me xwest projeya xwe ya li ser çand, dîrok, jiyanê bi wan kesan re ku li van gundan dijîn bidin destpêkirin .Me jin û mêrên li van gundan dijîn anîn cem hev û me ew perwerde kirin .Me dengbêj anîn cem hev. Heta ku fersend û delîveyên wan hebin divê bi vî karî re mijûl bin û li ser mijara dengbêjiyê bibin pispor. Hin kes bi karê tekînê ango montaj, deng û kamerayan re têkildar bûn. Em nikarin bibêjin ku em gelekî bi pêş ve çûne lê di nav 5-6 mehan de hîmek hate danîn. Ji ber ku, dema ku mirov li ser çanda vê herêmê berhem çêkirin me xwest ku ji destê kesên ku li vê herêmê dijîn me xwest vê pêk bînin. Bi destê wan me xwest lêkolînan bikin û berhemên xwe çêbikin.”

Hindî bi berdewamî diyar dike siberojê ew dikarin li hin deverên din jî Pargînê deynin, niha li herêma Koçeratên e lê siberojê dibe ku li Beriya Mêrdînê jî çêbikin, piştre li Çiyayê Kezwan jî, li herêma Ferêt jî. Hindî got, ”Li herêmên ku guherînên herêmî û çandî hene em Pargînê ava dikin. Hemû berhemên me li ser hîmê xasetên eslî yên çandî û jiyanî têne danîn. Mînak niha li ser jiyana koçeran xebateke berfireh, li ser kon, teşî, meşk, xwastin, rewandin, cil û hwd. ku mijara xwe tiştên çandî û jiyanî ne, em belgefîlmên 15-30 deqeyî hazir dikin.

Bi qasî 25 stranan hatine qeydkirin .Ev ê parçe parçe were dayin. Ji aliyê dî ve wê perwerdehiya teorîk hebe. Li ser dîroka sinameyê, sînameya Kurd û hwd. Ji hêla dîtbarî ve hişê Kurdan ne tije ye. Em ê hewl bidin vê valahiyê dagirin.

Hindî her wiha got li Pargînê li ser çanda cotkariyê, çand, dîrok û jiyana Ereb, Sûryan, Asûr û gelên din jî xebat bêne kirin.

Yek ji damezirandêrê Pargînê Mahmûd Berazî ku di muzîka Kurdî de li pey şêwaz, entstrûman, kostûmên nû ye û şêwazeke resen daniye, got, muzîkjen bi Pargînê dikarin xeyalên xwe pêk bînin û şêwaza ku lê digerin dikarin li Pargînê bibînin.

Berazî got, ”Hunermendî û dengêjî li Kurdistanê tenê ne li ser dengbêjî û muzîkê bi rola xwe rabûye. Belgekirin, bi demê re ji bo ku tespîta dîrokî tê kirin gelek bar lê hatiye kirin. Ji ber ku li nav Kurdan strranbêjî ne weke ya gelên din e. Stranbêjî ji bo Kurdan xwedî giringiyeke dîrokî ye. Bi muzîkê re tê belgekirin, tespîtên dîrokî têne kirin, dîrok tê qeydkirin .Ji ber vê giringiya muzîka Kurdî heye. Li Pargînê yek ji xebata ku em giringiyê pê didin muzîk e.  Muzîkjenê Kurd heke li Kurdistanê û li ser muzîka Kurdî dixwaze bi rolekê rabe li enstrûmanan digere. Li amûrên wiha digere ku bibe alîkar hunera wan tespît bike. Pargîn li ser vê mijarê amûreke pir serkeftî ye.  Muzîkjen heke dixwaze ji bo xwe ilm û psîkolojiya mirovên berê tespît bike, hem jî rûdanên ku îro dubare dibin, teknîkên eslî yên Kurdistanî bixwaze bi kar bîne, niha jî dikare vê bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv