Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di sala 2015’an de şehîd bûbûn eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got:
Her çar hevalên me bi berxwedana xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de destanên nû afirandin.
NASNAMEYA 4 GERÎLAYÊN ŞEHÎD HAT EŞKEREKIRIN
HPG: HEVREYÊN ME BI BERXWEDANA XWE DESTANÊN NÛ AFIRANDIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên şehîd bibîranîn.
HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî dan.
5’ê Mijdara 2015’an artêşa dewleta Tirk li herêmên parastinê yên Medya dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.
Di vê tevgeê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer destpêkir..
Hevrêyên me Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş ên di dîroka azadiyê ya gelê me de destanên qehremaniyê nivîsandin şehîd bûn.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Ahmet Esmer bi nasnav Xebat Amed li Amedê ji dayîk bûye.
AHMET ESMER
XEBAT AMED
AMED
DÊ Û BAV: FEVZIYE- ASLAN
5’Ê MIJDARA 2015’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Mazlûm Taş bi nasnav Mazlûm Ertûş li Colemêrgê ji dayik bûye.
MAZLÛM TAŞ
MAZLÛM ERTÛŞ
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: ŞEFÎKA – NADÎR
5’Ê MIJDARA 2015’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Nûman Aydin bi nasnav Nûman Amed li Amedê ji dayik bûye.
NÛMAN AYDIN
NÛMAN AMED
AMED
DÊ Û BAV: AYSEL – AZÎZ
5’Ê MIJDARA 2015’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Kemal Dalçîçek bi nasnav Şoreş Amed li Amedê ji dayik bûye..
KEMAL DALÇÎÇEK
ŞOREŞ AMED
AMED
DÊ Û BAV: CAHÎDE – AHMED
5’Ê MIJDARA 2015’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê de bi berfirehî behsa têkoşerî û şoreşgeriya şehîdan hat kirin.
Her 4 hevreyên me bi pratîka xwe bûn lehengên rast ê di nava PKK’ê de.
Li gelek qadan erkên cûda hilgrtin ser milê xwe û berpirsiyariyên xwe bi serketin û têkoşna xwe bi cih anîn.
Wê ruhê berxwedêr ê hevrêyên me timî rêya me ya diçe serketinê ronî bike û bibe çavkaniya têkoşîna me.
Di serî de malbatên hêja ya hevrêyên me, em ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Em soz didin ku bi daxwaza şehîdên xwe yên leheng ber bi serketinê ve bimeşin.