Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku nikare li hemberî gerîla encam bigre, şerê xwe yê taybet û psîkolojîk xurt kiriye.
Li ser hev derewan dike û hewl dide xwe serketî nîşan bide.
Derewa dawî têkildarî gerîla Nevzad Durmûş bi nasnav Mîrxas Bêşebab e, ku çapemeniya Tirk şehadeta wî ragihandibû.
Nûçe li ser maseya MÎT’ê hatibû amadekirin û tevahiya rojnameyên AKP-MHP’ê jî weke operasyoneke taybet a MÎT’ê ragihandibûn.
Lê vê derewa wan jî zêde dom nekir.
Gerîla Mîrxas ji ANF’ê re axivî û got, ez sax im û li ser erka xwe me.
Em ê ti carî qadên xwe ji dagirkeriya Tirk re nehêlin û heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd şer bikin.
DI DESTÊ WÊ DE TENÊ DEREW MAYE
GERÎLA MÎRXAS BÊŞEBAB: EZ SAX IM Û LI SER ERKA XWE ME
1’ê Kanûnê saziya îstîxbaratê ya dagirkeriya Tirk nûçeyek li ser maseyê amade kir û ji tevahiya sazên çapemeniya şerê taybet re şand.
Di nûçeyê de wiha dihat gotin “MÎT’ê bi operasyoneke taybet gerîla Nevzad Durmûş kuştiye”
Tevahiya saziyên çapameniya şerê taybet a Tirk jî weke her carê xwe avêtin ser vê nûçeyê.
Wan jî bi manşetên nepixandî û mezinkirina derewê nûçe ragihandin.
Wêne, nav û nasnav parve kirin.
Dereweke din a mezin ji civaka Tirkiyê re ragihandin.
Zêde demeke dirêj derbas nebû û dîsa ev derew û şerê taybet derket holê.
Gerîlayê HPG’ê Nevzad Dûrmûş bi nasnav Mîrxas Bêşebab ji ANF’ê re axivî û bersiv da vê derewa dagirkeriya Tirk.
Gerîla Mîrxas dibêje, ew ê ti carî qadên xwe ji dagirkeriya Tirk re nehêlin û heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd şer bikin.