KURSIYÊ VON DER LEYEN YAN KURSIYÊN VALA YÊN PARLEMENTERÊN HDP’Ê?
NACHO SANCHEZ AMOR: YA MIN DIXE NAVA FIKARAN KURSIYÊN VALA YÊN HDP’Ê NE
Nacho Sánchez Amor ku niha weke raportorê Tirkiyê yê Parlemena ewropayê kar dike got divê em sikandala kursiyê ku ji Ursula von der Leyen re nehatiye veqetandin deynin aliyekî û bala xwe bidin ser kursiyên vala ku ji parlementer û şaredarên HDPê xalî mane.
Nacho Sánchez bi rêya hesabê xwe yê medya civakî wiha nivisî:
“Di şûna mijara kursiyê Von der Leyen de li Tirkiyê pirs kursiyên vala hene min dixin nava tirs û fikaran.
Kursiyên vala yên parlemneter û şaredarên girtî yên HDPê, kursiyên li navendên nûçeyan ku xwediyên wan girtî ne. Werin me bala xwe bidin ka kijan kursî herî zêde di xeteriyê de ne.”