Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên Fransaya Serhildêr: Divê êdî Fransa sira dewletê ya li ser komkujiya Parîsê rake 09.04.2021

 

ENDAMÊN FRANSAYA SERHILDÊR:
DIVÊ ÊDÎ FRANSA SIRA DEWLETÊ YA LI SER KOMKUJIYA PARÎSÊ RAKE

Dewleta tirk di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê komkujiyek pêk anî.

Tetikkêşê tirk Omer Guney 3 şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla şaylemez qetil kirin.

Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn lê li gel agahî û belge hene jî daraza Fransayê bêdil tevdigere.

Li gel ku di dosya lêpirsînê de navên musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û şefê rejîma faşîst Erdogan jî derbas dibin, navê wan tevli dozê nayê kirin.

Li dijî vê xemsariyê koma parlamantoyê ya Fransayê, Fransaya Serê Natewîne daxuyaniyek weşand.

Komê xwest hikûmeta Fransî êdî sira dewletê ya li ser komkujiyê bi dawî bike.

Komê bi bîr xist ku di çapemeniya tirk de bi eşkereyî hatiye deklerekirin ku MÎT’ê ev komkujî pêk aniye.

Endamên komê ji hikûmeta fransî xwestin, ku dawî li xemsariya xwe ya li hemberî dewleta tirk a canî bîne.

Komê destnîşan kir ku ew destekeke tam didin gelê kurd ku di oxira jiyanê de têdikoşe û bang li partiyên siyasî û rêxistinan kir ku li dijî bêedaletiyê destekê bidin kurdan.

M. Jean-Luc Mélenchon
Mme Clémentine Autain
M. Ugo Bernalicis
M. Éric Coquerel
M. Alexis Corbière
Mme Caroline Fiat
M. Bastien Lachaud
M. Michel Larive
Mme Danièle Obono
Mme Mathilde Panot
M. Loïc Prud’homme
M. Adrien Quatennens
M. Jean-Hugues Ratenon
Mme Muriel Ressiguier
Mme Sabine Rubin
M. François Ruffin
Mme Bénédicte Taurine

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv