Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: ‘Gerîla îro jî bi rihê 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide’

 

MUSTAFA KARASÛ / ANF
GERÎLA ÎRO JÎ BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE DIDE

Rihê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê pir girîng e. Mirov bi şêwaz û rihekî din nikare heq ji kesayetiya civakî, siyasî, çand berde ku mêtingeriya qirker li Kurdistanê daniye. Hewceyî bi têkoşîneke wiha heye ku di nav her şertî de li ber xwe bide. Li Kurdistanê bi rengekî din têkoşîn nikare li ser piyan bimîne û geş bibe. Ji vî alî ve, di serdemeke wiha de ku faşîzma 12’ê Îlonê li Kurdistanê ji gelek aliyan ve serweriya xwe danîbû û şertên têkoşînê pir giran bûbûn. Heke ne ji rih û şêwaza 14’ê Tîrmehê bûya ne pêngava 15’ê Tebaxê dikarîbû dest pê bikira û ne jî dikarîbû bihata domandin.

Ji vî alî ve berxwedana 14’ê Tîrmehê hem di pêkhatina pêngava 15’ê Tebaxê de, bi roleke girîng rabûye û hem jî domdarkirina wê ya di nav şertên zor û zehmet de jî, bi rih û şêwaza 14’ê Tîrmehê ye.

Di navbeyna darbeya 12’ê Îlona 1980’yî û pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de, pira têkoşînê, berxwedana zindanê ye. Ji ber karîgeriya berxwedana zindanê, karîgeriya vê ya li ser civak û qadroyan, bingehê siyasî, civakî, çandî û moralê ya 15’ê Tebaxê daniye.

Piştî 12’ê Îlonê hêza herî girîng a propagandayê ya tevgera me û ya ku bandor li ser civakê kirî, berxwedana zindanê ye. Ji ber ku pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, heke bêyî desteka civakî bûna û bêyî zemîna siyasî bûna, nedikarî pêk bihata. Ji vî alî ve berxwedana zindanê pir bandor li ser kiriye ku pêngava 15’ê Tebaxê were hazirkirin û destpêkirin. Jixwe Rêber Apo di her fersendê de vê dibêje.

Ji hêla îdolojîk ve têkbirina faşîzma 12’ê Îlonê jixwe serkeftineke pir mezin e. Ji ber ku serkeftina di qada îdeolojîk de serkeftina hemû zemînan e. Ji hêla îdeolojîk ve têkçûn jî, weke ku rihê mirov kişiyabe, mirov ji qewet dikeve. Berxwedana zindaê ji vî alî ve jî ji bo pêkhatina pêngava 15’ê Tebaxê bi rola xwe rabûye.

Îro gerîla jî dibêjin; ew bi rihê 14’ê li ber xwe didin û li ber xwe didin. Pêngava ku bi rihê 14’ê Tîrmehê dest pê kirî niha jî bi rihê 14’ê Tîrmehê didome. Jixwe dema ku bi rih û şêwaza 14’ê Tîrmehê têkoşîn wê bi ser bikeve, wê civaka azad, welatê azad pêk were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv