Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojavayê Kurdistanê cejna 15’ê Tebaxê bi çoş hat pîrozkirin

 

SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ CEJNA 15’Ê TEBAXÊ BI COŞ HAT PÎROZKIRIN

“Bi rihê 15’ê Tebaxê werin cejna azadiyê”

Bi vê dirûşmê xelkê Rojavayê Kurdistanê cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê pêşwazî kirin.

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi meşaleyan meşiyan.

Ciwanan destnîşankirin ku wê berxwedana gerîlayan a li Avaşîn, Zap û Metînayê bi rihê 15’ê Tebaxê bi serkeve.

Pîrozbahiyeke din jî li navçeya Dirbêsiyê he bû…

Xelkê navçê bi wesayitan li gundên Xenameyê, Kerbetilî, Çetelê û Qeremanê geriyan.

Salvgera Pênagav 15’ê Tebaxê li Eyn Îsayê jî hat pîroz kirin.

Pîrozbahî parka giştî pêk hat û koçberên Girê Spî jî beşdar bûn..

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah di şahîdê axivî û salvagera Pêngava 15’ê Tebaxê li rêber APO pîroz kir.

Piştî axaftinan Koma Zarokên Koçberên Girê Spî û Koma Şehîd Botan Kobanê hunera xwe pêşkeş kirin.

Li navçeya Til Hemîsê jî şahiyek he bû.

Di şahîyê de li ser kesayeta fermandar Egîd axaftin hatin kirin.

SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
CIWANAN LI MEXMURÊ CEJNA VEJÎNÊ PÎROZ KIRIN

Ev der jî Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmurê ye…

Bi pêşnegtya Tevgera Ciwan û Tevgera Jinên Ciwan 15’ê Tebaxê hat pîroz kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv