Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê ne

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ NE

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Mûstafa Karasû, bi berfirehî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê nirxand.

Van êrişan wekî êrişên qirkirinê destnîşan kir.

Ev êrişên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê, ne êrişên mewziya ne.

Parçeyek ji plana “çokdanînê” ye ku ji 2014’an ve xistine meriyetê.

Ango parçeyek ji plana qirkirinê ye.

Divê mirov vê yekê wekî êrişeke qirkirinê bibîne.

Divê hemû gelê Kurd vê yekê bizanibe, ku dijmin dixwaze gerîla bêbandor bike û bi vî awayî qirkirina Kurdan temam bike.

Manîdar e ku di salvegera qirkirina Ermeniyan de dest pê kir.

Ev jî bi awayekî vekirî nîşan dide ku dibêjin; me di 1915’an de Ermeniyan qir kir, niha dora we ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PIŞTGIR DYA Û EWRUPA NE, ARMANC EWE KU BAŞÛRÊ KURDISTAN JÎ ILHEQ BIKIN

Di dewama axaftina xwe de Mûstafa Karasû, hêzên ku li pişt van êrişan e jî destnîşan kir.

Beramberî tawîzên ku demên dawî dewleta Tirk daye Ewrupa û Amerîkayê, destûr dane van êrişan.

Piştgirên vê êrişê Amerîka ye, Ewrupa ye…

Divê mirov wekî berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo ya 1998’an bibîne.

Doh li hemberî Rêber Apo bû, îro jî li dijî Herêmên Parastinê Yên Medyayê pêk tîne.

Bi vî awayî dixwaze tevgera me tine bike û qirkirina Kurdan temam bike.

Ev ne tenê êrişeke li dijî gerîla ye jî.

Di şexsê gerîla de êrişeke li dijî gelê Kurd e û di heman demê de tevgereke dagirkerî û îlhaqê ya başûrê Kurdistanê ye jî.

Bi vî awayî dewleta Tirk, wê lez bide plana bidestxistina Mûsil û Kerkûkê, ku sed sal berê winda kiribû.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PIŞTÎ TÊKÇÛNA GARÊ DIHAT PAYÎN KU ÊRIŞEKE BI VÎ AWAYÎ PÊK WERE

Mûstafa Karasû têkçûna Garê jî bibîr xist û diyar kir ku li bendê bûn wê êrişeke bi vî awayî pêk were.

Bi rastî jî têkçûna Garê, dewleta Tirk hejand.

Ji ber vê yekê jî ev êriş dihat payîn.

Dewleta Tirk hejiya, desthilatdariya AKP’ê hejiya piştî têkçûna Garê.

Desthilata AKP hat noqteya hilweşînê.

Ji ber vê yekê jî, ji bo hem desthilata xwe dewam bike, hem jî ji bo plana têkbirinê bi ser bixe vê êrişê pêk aniye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DIVÊ HELWESTA GELÊ KURD A DI NEWROZÊ DE ÎRO VEGUHERE ÇALAKIYÊ

Têkildarî sekna gel jî Mûstafa Karasû, helwesta gel a di Newrozê de bibîr xist;

Gelê Kurd dizane ku ev êriş li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Divê gelê Kurd, vê êrişê wekî qirkirinê bibîne, wekî êrişên hebûn û nebûne bibîne û li her deverê rabe ser piyan.

Ji ber ku ev ne êrişeke mewziyê ye, ev êrişeke jiholê-rakirina Kurdan a di dîrokê de ye.

Divê gelê Kurd, li her derê helwesta xwe nîşan bide, ew helwesta di Newrozê de divê veguhere çalakiyê.

Helwesta li Amediyê, Şeladizê û Deralukê, divê li tevahî başûrê Kurdistanê were belavkirin.

Divê li Zaxo, Duhok û Hewlêrê jî li hemberî vê dagirkeriyê helwest were nîşandan.

Ji ber vê yekê jî erkeke girîng dikeve ser milê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê.

Bi rabûna ser piyan a Kurdên li her dera cîhanê, bi serhildan, bi dîplomas, bi tevgerên jin û ciwanan wê ev têkoşîn biser keve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv