Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Em PDK’ê ji rehînbûnê xilas bikin

 

EM PDK’Ê JI REHÎNBÛNÊ XILAS BIKIN
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Roja ku Tayyip Erdogan li gel serokê Emerîkayê bi rêya telefonê axivî, Joe Biden gotina ‘qirkirina Ermeniyan’ bi kar anî, dewleta Tirk li dijî herêmên parastinê yên Medyayê tevgera dagirkirinê dest pê kir. Bêguman Emerîka û Ewrûpayê ev êrişa berfireh erê kirine û destekê didinê. Zelal e ku PDK’ê jî dagirkeriya Tirkiyê erê kiriye û agahiya wê ji tevgera dagirkirinê heye; yan na, dê li ber vê tevgera dagirkirinê rabûna.

Polîtîkaya Emerîka û Ewrûpayê ya Tirkiyê, gelekî qirêj û gemar e. Serokwezîrê Îtalyayê Dario Draghi beriya demeke kurt got, Erdogan dîktator e, lê em mecbûr in pê re bidin û bistînin. Serokê Emerîkayê Biden jî beriya hilbijartinê gotibû divê desthilata AKP’ê biguhere. Dizanin destehilata AKPMHP’ê dijminê demokrasiyê ye, gelê Kurd qir dike, destekê dide DAIŞ’ê. Lê ji ber berjewendiyên qirêj danûstandinên bi dewleta Tirk re dewam dikin, destekê didin van polîtîkayên AKP-MHP’ê. Yên ku vê dikin jî ew hêz û welat in ku li ser rûyê dinê herî zêde gotina azadî û demokrasiyê bi kar tînin.

Biden ji qirkirina Ermeniyan ya beriya 106 salan pêk hatî re got, qirkirin e. Lê heman Biden, destekê dide polîtîkayên qirkirina miletekî din. Jixwe, bi destekdayîna qirkirina Kurdan, behsa qirkirina Ermeniyan kiriye. Dîsa pê li pişta Kurdan dikin, ji dewleta Tirk hin tawîzan bi dest dixin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Rewş ev e, li hemberî pênasekirin û gotina qirkirina Ermeniyan, destekê dide qirkirina Kurdan.

Li aliyê din dewleta Tirk beriya tevgera dagirkirinê tenê bi Emerîka û Ewrûpayê re hevdîtin pêk neanî. Bi serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kirine. Jixwe, beriya her tevgereke dagirkirinê bi rayedarên PDK’ê re hevdîtinan dikin.

Ya rastî PDK niha di destê dewleta Tirk de rehîn e. Yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna li çar beşan dikare PDK ji vê rewşa rehînmayînê rizgar bike. Lê PDK bi xefleta parêzvanên min yên wekî Emerîka û Ingilistanê hene, vê rastiyê nabîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv