LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA BERXWEDANA GERÎLA
KARAYILAN: EV 3 MEH IN DEWLETA TIRK NIKARE BIPÊŞKEVE
Hevpeyvîna ANF’ê ya bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re kirî, di rojevê de ye.
Di hevpeyvînê de Mûrat Karayilan li ser berxwedana ku gerîla ev 3 meh in li Zap, Metîna û Avaşînê dike, rawestiya.
Mûrat Karayilan da zanîn, ku dewleta Tirk ev sê meh in, tevî bikaranîna tevahiya teknîk û çekên kîmyewî nikare bipêşkeve.
DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE
KARAYILAN: CÎHANÊ LI HEMBERÎ VÊ YEKÊ XWE KERR KIRIYE
Li ser şerê li Avaşînê jî Karayilan got, artêşa Tirk 40 rojî nikarîbû xwe bigihînê Avaşînê.
Artêşa Tirk piştî ku xwe ji vir vekişand, 7’ê Hezîranê bê çawa hêzên PDK’ê berê xwe dan qadên gerîla li Metîna, dîsa dest bi êrişê kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê got, ji ber ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne.