Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kuştina du polîsan li Serêkaniyê ket lîsteya ‘kiryar nediyar’

 

KUŞTINÊN BÛN BAHANEYA ŞER
KUŞTINA DU POLÎSAN LI SERÊKANIYÊ KET LÎSTEYA ‘KIRYAR NEDIYAR’

Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li malên xwe bi awayekî gumanbar hatibûn kuştin.

Piştî kuştina her du polîsan “pêvajoya çareseriyê” bi dawî bûbû û pêvajoya şer ji nû ve dest pê kiribû.

Piştî kuştina her du polîsan, hin kesan du caran telefonî polîsan kiribûn û îxbar kiribûn.

Piştî van îxbaran 10 kes hatibûn binçavkirin.

Ji van 10 kesan 7 kes hatibûn girtin.

Piştî hewildana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê derbarê dozgerê îdianamê Mehmet Kilsizoglû de biryara zevtkirinê hatibû dayîn.

Dadgerê der barê gumanbaran de biryara girtinê dabû Nûrettîn Bûlût û xwediyê telefona pê îxbar hatibû kirin T.B. û birayê wî Ramazan B. di çarçova “lêpirsîna FETO”yê de hatibûn girtin.

Lê îktidara AKP’ê ji bo pêvajoya çareseriyê bi dawî bike, tim israr dikir ku van cinayetan têxe stuyê PKK’ê.

Lê paşê kesên bi awayekî gumanbar hatibûn girtin hemû hatibûn berdan û derbarê wan de biryara beraetê hatibû dayîn.

Lê mirina her du polîsan ku cardin bûbû sedema pêvajoya şer, wekî “kiryar nediyar” hat hiştin.

Ji parêzerên vê dozê Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku dosye ji ber ku kiryarên wê nayên eşkerekirin, ber bi dosyeyeke kiryar nediyar ve diçe.

Tînaş, diyar kir ku îşkence li muwekîlên wî hatiye kirin û wiha got:

Gava giliyê kesên îşkencekar kirine, vê carê ji bo miwekîlên wî dev ji giliya xwe berdin bêtir tahde li wan hat kirin.

Ji ber ku giliya xwe paşve nekişandin, der barê Hasan Aydin û Huseyîn Aydin de dosyeyeke cuda hat amadekirin.

Bi biyereke ku ti eleqea wan pê re tine, cezayê muebeda giran li wan hat birîn.

Sedema sereke ji ber ku giliyê kesên îşkencekar kiribûn.

Bi taybetî Hasan Aydin, ji ber îşkenceyê 6 mehan nikaribû destên xwe bilivîne.

Tînaş, anî ziman ku her du bira Hasan û Huseyîn Aydin, ji dosyeya kuştina polîsan beraet kirin, lê bi dosyeke din ceza li wan hat birîn û got:

Miwekîlê min Nacî Yilmaz jî birine nav erdekî beyar û pê gor kolandine, li ber guhên wî çek teqandine û lêxistine.

Bi îşkenceyê xwestin muwekîlê min bikin failê kuştina du polîsan.

Sirf ji ber ku roja bûyerê telefona Sedat û Nacî girtî bûye, ev yek xistin stuyê wan û îdia kirin ku her du bi hev re xebitîne.

Tîntaş der barê rêveçûna dozê destnîşan kir ku di destê wan de gelek belge hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv