Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan: ‘Divê gelê me berxwedana me bi tenê nehêle’

 

Karayilan diyar kir ku gelê Kurd şerê hebûn û azadiyê dide û got “Heta ku em dewleta Tirk têk nebin wê li tu derê tu Kurd serbixwe û azad nejîn.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir sedema ku dewleta Tirk derban dixwe lê dîsa jî di dagirkeriyê de israr dike ev e ku li Başûrê Kurdistanê hevkariya wan tê kirin û bi awayekî sergirtî ev dagirkerî tê qebûlkirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan pirsên ANF’ê bersivand.

16 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin. Di Cejna Qurbanê de jî destûr nehat dayîn ku hevdîtina bi parêzer û malbatê re jî pêk were. Dixwazin çi bikin û divê ev rewş çawa were fêmkirin?

Beriya her tiştî 14’ê Tîrmehê ji bo têkoşîna me û gelê me rojeke girîng e. Roja Rûmetê ya Neteweyî roja biryara çalakiya mezin e. Di serî heval Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku ev çalakî kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim. Me soza ku daye wan, ji xwe re kir esas. Dibe ku kêmasiyên me hebe lê îro jî ji bo ku li ser xeta wan têkoşîn were geşkirin, hewldan tê kirin. Ruh û xeta 14’ê Tîrmehê, ruh û xeta serkeftinê ye.  Îro Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl didin li ser esasê vî ruhî bi ser bikevin. Em careke din qehremanên Roja Rûmetê ya Neteweyî bi bîr tînin.

Di heman demê de 12-16’ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de rojên qetlîamê ne. Di van dîrokan de Qetlîama Gelîyê Zîlan hatiye kirin. Di 12’ê Tîrmeha 1930’an de di dema Serhildana Agiriyê de, mêtingeriya dewleta Tirk gelê me yê li Gelîyê Zîlan, jin, zarok, kal û pîr şehîd kirin. Ev qetlîameke mezin û hovîtî bû. Bi awayekî fermî qala 15 hezar şehîdan tê kirin lê tê diyarkirin herî kêm du katê vê hejmarê ye. Ev qas mirovên me li Gelîyê Zîlan ji aliyê mêtingeriya Tirk hate şehîdxistin. Ez hemû şehîdên Gelîyê Zîlan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li ser şopa doza wan in.

Wekî tê zanîn dema ku Serhildana Agiriyê derb xwar, mêtingeriya dewleta Tirk got ‘Xeyala Kurdistanê li vir hatiye veşartin’ Ango got ku Kurdistan êdî miriye. Lê piştî wê 7 sal şûnde, di 1937-1938’an de heman qetlîam li Dêrsimê hate kirin. Wan jî digotin ‘Êdî li Kurdistanê kes nemaye ku serî rake’. Piştî van qetlîaman demeke dirêj bêdengiyeke mezin çêbû. Helwesta Rêber Apo li hemberî van qetlîam û qirkirinan helwesteke dîrokî bû. Lêpirsîn û lêhûrbûna ku Rêber Apo li hemberî qetlîam û hovîtiya ku hatibû kirin, bû bingeha têkoşînê. Em neviyên van şehîdan, li ser vî esasî derketin rê. Di şexsê hevalên di zindana Amedê de me careke din dît ku te xwestin gelê Kurd were qetilkirin. Di heman demê de li hemberî van qetlîaman serkeftin û serfiraziya helwesta 14’ê Tîrmehê derxistiye holê ku li keleha zilmê zilm hatiye têkbirin û bi kuştinê gelê Kurd wê neqedin. Mirov dikare bibêje ku gora ku qaşo Kurdistan lê hatibû veşartin, bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re parçe bûye. Em dizanin ku Pêngava 15’ê Tebaxê li ser esasê ruhê 14’ê Tîrmehê pêk hat. Bi vê têkoşînê re Kurdên ku wan digot qey miriye, dîsa zindî, dîsa bû gelekî berxwedêr, him li xwe û him jî li doza xwe xwedî derket. Ji wê demê û heta niha ev meş didome.

Di vê çarçoveyê de ez dikarim bersivê bidim pirsa we. Mêtingeriya dewleta Tirk bi helwest û kirinên xwe ji Rêber Apo re dibêje ‘Min pirsgirêka Kurdan çareser kir (Jixwe diyar dike ku ev tişt bi qetlîam û qirkirinê çareser kiriye) lê tu rabû, te dîsa Kurd zindî kir’. Bi vî awayî Rêbertî sûcdar dike û dibêje ‘Tu bû sedem ku ev pirsgirêk dîsa zindî bibe û têkeve rojevê’. Ji ber vê îro diajon ser Rêbertî.

Di dinyayê de mînakeke wekî ya pergala êşkenceyê ya Îmraliyê tune. Pergaleke wisa ye ku tu mînaka wê tune. Berê kesek li wir bû û çend salên dawîn e jî sê hevalên din jî  li wir in. Ji dinyayê qutbûyî ne. Wekî ku we jî diyar kir ligel ku cejn e, ligel ku gelê me û dostên me dixwazin jî tu kes guh nadin daxwazên wan. Ji ber ku li Îmraliyê siyaseta qirkirinê heye. Ne hiqûq heye, ne exlaq û ne jî merdbûn heye. Her tişt hatiye binpêkirin, bi tenê qirkirin û hiqûqa mêtingeriyê hatiye hiştin.

Bêguman ev tişt ne bi tenê li dijî Rêber Apo û her sê hevalên li wir tê kirin. Ev pergal li dijî hemû gelê me û demokrasiya herêmê tê rêvebirin. Ji bo gelê me jî înkar, îmha û pergala qirkirinê hatiye destpêkirin, ji bo gelên herêmê jî faşîzm, zilm û dîktatorî ketiye dewrê. Bi vî awayî pêşiya pergalên daxwazên demokrasî, azadî û wekheviyê hatiye girtin. Pergala ku dewleta Tirk li Îmraliyê ava kiriye, xwedî rolekî wisa ye.

Derdorên demokratîk û mûxalif ên li Tirkiyeyê ev rastî baş fêm nekirin û bi awayekî rast li ser wê nesekinîn. Ji ber vê jî li dijî tecrîdê derneketin. Ev tişt jî bû sedem ku rejîma AKP û MHP’ê xurt bibe. Divê li Tirkiyeyê hemû kesên ku li dijî vê rejîmê demokrasiyê dixwazin, divê li hemberî pergala Îmraliyê û tecrîdê bin. Ji ber ku di vê pergalê de hiqûq û exlaq tune, di vê pergalê de her tişt hatiye binpêkirin, di vê pergalê de êşkence û qirkirin heye. Heke tu vî tiştî normal bibînî wê demê ew ê vê pergalê li her derê pêk bînin. Jixwe hewldanên rejîma faşîst jî li ser vî tiştî ye, pergala Îmraliyê li hemû zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê belav kirin û niha jî li derve li her derê serwer in. Rewşeke wisa heye. Ji ber vê jî hemû kesên li Tirkiyeyê alîgirên demokrasiyê ne, li hemberî faşîzmê ne û wekheviyê dixwazin divê li hemberî pergala Îmraliyê derkevin. Gotina ‘Ez li dijî tecrîdê me’ nayê wateya ku mirov li dijî vê pergalê ye. Heke mirov ji vê pergalê re bi tenê bibêje tecrîd, pergala rastîn baş îfade nake. Bi tenê gotina tecrîdê re mirov nikare pergala Îmraliyê îfade bike. Tê gotin ‘tecrîda mutleq’ lê ev jî baş cihê xwe nagire. Ji ber ku faşîzmê pergala qirkirinê ya li Kurdistanê li ser vî tiştî ava kiriye. Ji ber vê naveroka wê gelekî berfireh e. Bi kurtasî heke mirov li dijî vî tiştî dernekeve û li hemberî wê têkoşînê neke, li Tirkiyeyê ne mumkun e tiştekî li ser navê edalet, hiqûq û demokrasiyê pêk were. Ji ber vê divê têkoşîn di vê çarçoveyê de were nirxandin.

16 meh in haya kesî ji Rêber Apo tune. Carinan bi armanca şerê psîkolojîk Erdogan bi xwe qal dike. Hevalên me berê jî di vî warî de hin nirxandin kirin, ji ber vê naxwazim têkevim vê meseleyê. Lê diyar e ku pergal ji bo çi van tiştan tîne rojevê. Destûr nedane ku di cejnê de malbata Rêbertî û ya hevalên bi wî re jî biçin hevdîtinê. Bala xwe bidinê, em di serdema telekomunîkasyonê de ne, dinya gelekî biçûk bûye, seriyekî dinyayê di wê kêlîkê de dikare bi seriyê din re biaxibe. Ev qasî danûstendin çêdibin lê tu kes nizane ku 16 meh in li Îmraliyê çi dibe. Li ku derê mînakeke wisa heye? Tune.

Ew siyaseta tecrîda mutleq, faşîzm û qirkirinê dikin lê dîsa jî nikarin pêşiya Rêbertî bigirin. Ji ber ku fikr û ramanên Rêbertiya me dîwarên tecrîdê şikandine û ne bi tenê li Kurdistanê li hemû herêm û dinyayê belav bûye. Êdî mirov ne wekî nêzikatiyeke mirovî, ji ber ku kêfa wan ji fikr û ramana Rêber Apo tê, xwedî lê derdikevin û azadiya wî dixwazin. Îro ji bo azadiya Rêbertî sendîka, derdorên demokratîk û şexsiyetên navdar li dinyayê têdikoşin û kampanyayan bi rê ve dibin. Mêtingeriya dewleta Tirk nekariye pêşiya Rêbertî bigirin û wê nikaribin jî. Rêbertiya me di warê fîzîkî de girtiye û di bin tecrîdê de ye lê divê em di warê fîzîkî de jî Rêbertiya xwe rizgar bikin. Divê em têkoşîna xwe ya di vî warî de geştir bikin. Rast e em diyar dikin divê li Tirkiyeyê hemû alîgirên demokrasiyê têbikoşin lê ev her tiştî peywira me, gelê me û ya tevgera me ye.  Di vî warî de em divê em xwe rexne bikin. Bêguman kêmasiyên me hene lê divê em têkoşînê geştir bikin, xurttir bikin, pergala li Îmraliyê ji holê rakin. Bi vî awayî Kurdistan dikare azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe. Ji xeynî vê rêyeke din tune.

Şerê ku bi êrîşa dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû destpêkirin, sê mehên xwe tijî kir. Derbarê şer hûn dikarin ji bibêjin?

Di esasê xwe de dewleta Tirk a mêtinger û qirker, di çar salên dawîn de ji bo ku konsepteke nû têxe meriyetê, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di serî de Xakurkê, piştre Heftanîn û piştî wê Garê û wekî ku tê zanîn êrîşî Metîna, Zap û Avaşînê kir. Bi awayekî berfireh êrîşî van deran kir. Lê plana wan bi ser neket. Îsal bi awayekî berfireh û bi bikaranîna metodên teknîkî ev tişt kir. Di 14’ê Nîsanê de dest bi êrîşê kir. Wekî ku we jî diyar kir, vê êrîşê sê mehên xwe qedand. Dewleta Tirk dema dest bi vê êrîşê kir di çapemenî û medyaya xwe de gelekî li ser wê sekinî lê piştî 3,4 rojan dîtin ku hesabê wan li hev derneketiye, dema ku dîtin derban dixwin hêdî hêdî ji rojevê derxistin û a niha daxuyaniyên kurt ên bi çend hevokan didin. Dixwazin rastiya li vir veşêrin. A rast em jî nikarin şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê baş ragihînin raya giştî. Em dikarin bibêjin ku ji sedî 20’ê wê tê dayîn. Gelek tişt veşartî dimîne û mirov nikare ragihîne. Di vî warî de kêmasiyên me jî hene.

Îro li wir şerekî gelekî mezin heye. Ji Avaşînê heta Metînayê li qadeke ku 60 kîlometre berfireh e, şerekî mezin heye. Herî kêm li 50 cihan di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de 100 metre heye. Şerekî gelekî giran e.  Em niha li wir taktîkeke nû bi kar tînin, em venakişin. Li pişt dijmin jî hevalên me hene. Sermesele a niha li Kurojahro şer heye lê li pişt wê li Geliyê Nêrweyê jî şer heye. Li Werxelê şer heye lê li Şûkê Bûrê jî şer heye, li wir jî çalakî tê kirin. Rewşeke wisa ye ku di nav hev de ne. Li hinek derên vê erdnîgariyê li hinek cihan bi qasî 15 û li hinek deran bi qasî 20 kîlometreyan her dem şer heye. Di heman demê de bomberdûmanek heye ku bênavber didome.

Wisa xuya dike dijmin îsal ji bo ku bi ser bikeve, xwe amade kiriye. Amadekariyên siyasî û dîplomatîk kirine. Ji bo ku hêzên Başûrê Kurdistanê dengê xwe nekin û bibin alîkar, ji bo ku Iraq dengê xwe neke û hêzên cihê yên derve bibin alîkar, him xebateke dîplomatîk kirine û him jî heta asteke diyar amadekariyên teknîkî û leşkerî kirine. Bi vî awayî dixwazin dagir bikin.

Li gorî planên wan di nava demeke kurt de wê encam bistendina. Bahçelî di axaftineke xwe de gotibû ‘Di navbera du cejnan de em ê PKK’ê ji holê rakin’ Yanî li gorî hesabê wan, ew ê di nava demeke kurt de encamek bi dest bixistina.  Di vir de qala rewşa giştî dikin, bi tenê qala Zap, Avaşîn û Metînayê nakin. Lê li hemberî vî tiştî berxwedana hevalan jî dîrokî ye. Berxwedaneke gelekî mezin heye. Gelek hevalên me di van axaftinan de qala vî tiştî kirin. Ev rast in. Heta niha dî vî sê mehê dawîn de ligel ku dewleta Tirk xwedî gelek derfetan e û ji derve piştgirî stendiye, ligel ku bi hêzeke mezin, bi teknolojiyeke pêşketî û ya herî girîng bi çekên qedexekirî ev êrîş kiriye jî, heta niha tu encam bi dest nexistine. Diyar bû ku dewleta Tirk belkî hinek hêzên xwe ji bo Rojava yan jî ji bo cihên din amade kiribû lê di vî şerê Zap, Metîna û Avaşînê de neçar ma hemû hêza xwe ya cîgir jî têxe şer. Ji serê meha Tîrmehê ve, hêzên xwe yên taybet ên girêdayî Artêşa Giştî xistin dewrê. Ev hêzeke gelekî bijarte ye. Li Çemço û Girê Amêdiyê vê heza xwe ya taybet a herî bijartî xistin dewrê. Dijmin çi çek di destê wan de hebe, di vî şerî de bi kar anîne. Wekî ku em  gelek caran dibêjin gelek cureyên çekên kîmyewî bi kar tînin. Lê herî dawîn wekî ku hevalên me jî diyar kirin êdî çekên taktîk nukleer bi kar tînin. A rast em 11 meh in li ser vê meseleyê lêkolînê dikin. Em hewl didin fêm bikin ev kîjan çek e ku bi kar tînin. Ne teqemeniyeke normal e. Hevalan piçekî lêkolîn kirine, em HPG jî lêkolînên me didomin.

A niha em dibînin ku du bombeyên nû bi kar tînin. Yek jê bombeyên nukleer taktîk bi kar tînin, yanî hinek teqemeniyên cihê û maddeyên nukleer tevlîhev dikin, wê dikin teqemenî û jehreke gelekî xurt e. Bombeyên termobarîk jî bi kar tînin. Her du cureyan bi kar tînin. Bi kurtasî di destê wan de çi çekên qedexe hebe, rejîma faşîst hemûyan li hemberî me bi kar tînin. F-16 jixwe bênavber dixebitin, di sê mehan de 2.500 êrîşên hewayî kirine. A niha şerekî wisa dikin. Şerekî wisa encax di navbera du dewletan de were kirin.

Piştî sê mehan ev tişt dikare bê gotin: Dewleta Tirk encam bi dest nexistiye û bi esasî têk çûye. Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, van hêzên xwe yên dawî xiste dewrê lê belê wan hêzan jî derba mezin xwarin. Li her cihê ku hatin, derb xwarin û ji ber wê nekarî encamê bi dest bixin. Şer sê meh in bi vî rengî dewam dike. Rejîma AKP-MHP’ê li gel hemû derfetên xwe jî nekarî encamê bi dest bixe, lê li vê mikur nayê. Eger Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar li vê rewşê mikur bê, rejîma ku li hemanan e wê yekser hilweşe. Ji bo hilneweşe sansureke mezin datîne ser rastiya şer. Kes nikare li ser vê mijarê agahiyê parve bike. Agahî hemû tenê ji aliyê Hûlûsî Akar ve tê dayin. kesekî din nikare li ser şîroveyê bike.

Miriyên xwe eşkere nakin; her tiştî vedişêrin. Ya rast, bi bêrûmetiyeke mezin tevdigerin. Ne tenê qanûnên şer ên navneteweyî binpê dikin, pîvanên exlaqî jî binpê dikin. Leşkerên wan dimirin, lê nikarin ji wir bibin; ji bo cenazeyan ji holê rake jî bi balafiran bombe dike û parçe dike. Bombeyan li cihê ku cenaze lê ne, dibarîne. Mînak li Şikefta Birîndara ya li rojhilatê Zapê, her wiha li Girê Cûdî yê li rojavayê Zapê heman tişt bû; hevalên me yên li vê derê dibêjin ku ji ber bêhna cenazeyan ew nikarin tevbigerin. Ji ber ku herêm bi parçeyên cenazeyan tijî bûye û hemû hatine bombekirin. Gelo wê ji malbatên wan leşkeran re çi bibêjin, mirov matmayî dimînin.

Bi esasî berê tedbîr girtibûn. Dema ku van leşkeran xwe li leşkeriyê dinivîsînin bi malbatên wan re jî belgeyan didin îmzekirin û bi wan didin belgekirin, ku li gorî berjewendiyên dewletê eger pêwîstî pê hebe divê veşêrin, ranegihînin, eger li derveyî vê yekê tevbigerin wê tazmînatê bidin. Ji ber ku kî di şer de bimire, maeşekî zêde didin malbata wî. Ji ber gefa birîna wî maeşî kes li ser neaxive. Malbatên leşkeran jî naaxivin; yek du heb diaxivin. Mînak, cenazeyên wan di destê hevalan de ne, lê belê qalê nakin. Heval navên wan radigihînin, lê dîsa jî qalê nakin. Ji bo leşkerê li ber hevalan mir dibêjin ‘me rakir nexweşxaneyê û li wir mir’. Halbûkî cenazeyê wî li çiyê ye. Yanî her tiştî bi derewan dimeşîne. Ji ber ku têk çûne li Başûr, Mexmûr, Şengal û Rojava êrîşî qadên sivîl dikin û bi ser gelê me yê li Bakur û siyaseta demokratîk ve diçin. Hem jî bi rengekî bê pîvan vê dikin.

Bêguman weke ku hevalan gotin, eger hêzeke fedaî nebûya ev şer nekarîbû bihata meşandin. Bêguman em hêza xwe ji fikir û nêrînên Rêber Apo werdigirin, li ser bingeha ruhê 14’ê Tîrmehê gihîştine astekê. Em xwedî bawerî ne û amade ne ku xwe feda bikin. Aliyekî xwe yê bi vî rengî heye, lê ev bi tenê têrê nake. Di heman demê de rêbazeke taktîkî jî heye. Di kûrahiya taktîkî de astek hatiye bidestxistin û performansek heye. Li gel vê yekê eger hêz ne pispor be û bi rêbazên şer nizanibe, nikare bersivê bide ewqasî êrîşên berfireh. Di vir de jî hêza me gihîştiye astekê. Yanî amadekariyên xwe hene; ji aliyê leşkeriya profesyonel ve ji bo têkbirina hêzeke mezin a dijmin bi hêzeke biçûk, di kûrahiya taktîkê û şer de gihîştiye astekê. Bi vî rengî ev encam dikare bê bidestxistin.

Niha em rêbazeke taktîkî ya nû dimeşînin. Em dixwazin bi Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî dijmin têk bibin. Armanca rêbaza me ya taktîkî ya nû ev e ku çekên dijmin xurt dike, em van çekan bêbandor bikin. Bi gotineke din, armanca bikaranîna erd-binerd û dîsan kûrahî û firehiya giştî ya bejahiyê ew e ku hêza hewayî ya dijmin bêwate bike, balafirên keşfê bê encam bihêle û bi vî rengî bi dijmin re rû bi rû bê. Armanca ev e û gelek caran pêk hatiye. Belkî li hinek cihan xeletî û kêmasî hebin; ev rast e, lê bi piranî wisa bûye û ji bo wî dijmin hatiye tengavkirin. Yanî wan digotin ‘Em ê bi hêzên hewayî encam bigirin’. Ew nebû, nekarîn; Niha jî dibêjin ‘Em ê bi çekên qedexekirî encam bigirin’. Li hemberî vê yekê heval tedbîran digirin û êrîşan pûç dikin. Ger me tedbîrên pêwîst li hember van çekên kîmyayî negirtana, helbet wê zirareke mezin bi me bikira. Heger zêde zirarê neda me, sedema vê yekê tedbîrgirtina me ye. Em dikarin bi tedbîrên teknîkî û rêbazên ku di pratîkê de ji hêla hevalan ve hatine ceribandin, êrîşan pûç bikin. Lê bele dijmin jî di vê yekê de israr dikin. Yanî dijmin tu encam bi dest nexist, lê israr dike; Ji ber vê yekê şer her ku diçe dirêj dibe, dê wisa jî dirêj bibe. Wiha xuya dike. Ji ber ku ew naxwazin rastiya têkçûna xwe qebûl bikin û li ser vê yekê israr dikin; helbet me li vir hewqas ked daye; ev şer jî ji bo me girîng e. Em dixwazin pêşî li dagirkerî û faşîzma dijmin bigirin û dijmin ber bi têkçûnê ve bibin. Lewma ji bo me jî girîng e û em israr dikin. Niha şer di vê çarçoveyê de didome.

Cara yekem e ku artêşa Tirk di şerê ligel we de ewqas windahî dide. Hûn vê yekê bi çi ve girêdidin, çima ew vê yekê digirin ber çavan?

Beriya her tiştî divê bê zanîn ku di vî şerî de windahiyên dewleta Tirk pir zêde ne. Ev jî di bîlançoya sê mehane de heye. Windahiyên dewleta Tirk ji hezar û 500’î zêdetir e, lê heta niha wan 30-40 kes îlan kirine. Weke ku min got, sansûreke zêde heye; rastiyan ji civaka Tirkiyeyê vedişêrin. Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar ji vê encamê berpirsyar in. Yanî leşkeran dişînin, lê nafikirin ku ev kes bimire yan na. Dibêjin ‘Herin encamê bistînin’. Ew jî tên; an tên kuştin an dikevin xefikê. Ji ber vê yekê ew ji vê yekê berpirsiyar in. Ew qatil in. Bi vî awayî dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin. Ji bo berjewendiyên xwe û ji bo rêgirtina li rûxandina rejîma xwe vî şerî dikin; dijminatiya Kurdan dikin. Leşkerê Tirk ta li Amêdiyê çi karê wan heye, ji bo çi tên? Ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin ‘Paşeroja me li wir mayinde û misoger dibe’. Misogeriya paşeroja te ne li wir e; te gel birçî kir; hûn bi xwe ji bo Tirkiyeyê xeter in! Yanî gelê Kurd û destkeftiyên wan ji bo Tirkiyeyê weke metirsî nîşan didin; bi vî awayî dixwaze hestên şovenîst di nav gelê Tirk de zindî bike, wan mezin bike û berê wan bide Kurdistanê. Çi karê wan li Başûrê Kurdistanê heye?

Hûlûsî Akar pesnê xwe dide ku di 7 salên dawî de zêdetirî 27 hezar Kurd kuştine. Helbet ew derewan dike; bi hejmaran dileyizin. Ev qas şehîdên me nînin, lê helbet me di vê heyama 7 salan de bi hezaran şehîd dan. Helbet şehîdên me hene. Yanî destên wan bi xwînî ye. Di destên wan de xwîna ciwanên Kurd û ciwanên Tirk heye. Ciwanên Tirk û Kurd dikujin û dixwazin desthilatdariya xwe li ser bidomînin. Li ser vê bingehê bê hesab leşkerên xwe dişînin her derê û bi vî awayî hejmara miriyên xwe zêde dikin. Belkî ev serdem, serdema ku heta niha dewleta Tirk herî zêde windahî daye. Yanî heya niha gelek caran êrîş pêk anîn bi taybetî di salên 90’î de li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonên mezin pêk anîn, lê di tu êrîşên xwe de bi qasî niha windahî nedane. Operasyonên berê herî zêde mehekê dom dikir, lê niha di vî şerê 4 salan de li Başûr her tim êrîş tên kirin, tenê ev sê mehên dawî şer bi şev û roj didome.

Di vî şerî de windahiyên wan pir zêde ne, lê em naxwazin li ser miriyan hesaban bikin. Mebesta me ev e: Hûn nikarin bi kuştinê encam bigirin! Hûn nikarin PKK’ê bi kuştinê tasfiye bikin! Hûn nikarin bi kuştinê, Kurdan tune bikin! Hûn nikarin doza azadiya Kurdistanê bi kuştinê bidin sekinandin! Ji ber ku doza azadiya Kurdistanê bi ruhê 14’ê Tîrmehê hat avakirin; ev gel rastiyek e; ev partî rastiyek e; gerîlayên Kurdistanê rastiyek e! Hûn êdî nikarin têk bibin! Em dixwazin vê yekê nîşanî vê zîhniyeta şovenîst bidin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê têk naçe. Em dixwazin vê yekê îspat bikin. Wekî din, mebesta me ne kuştina bêtir a mirovan e. Na! Em dixwazin mirinan rawestînin. Em dixwazin pêşî li mirinan bigirin. Lê helbet em şerê parastinê yê şoreşgerî yê bi rûmet dimeşînin. Em rûmet û destkeftiyên gelê xwe diparêzin. Em siberoja gelê xwe û hemû hêzên demokratîk diparêzin. Ji ber vê yekê em vî şerî dikin. Em îro ji bo gelê Kurd û demokrasiya gelên herêmê hemû rîskan digirin ber çavan û bi ruhê fedaîbûnê şer dikin. Ger dozek wiha nebûya, ma qey me canê xwe li erde dîtiye? Em dizanin ku li hemberî vî dijminî li berxwedayîn erkek pîroz e û ji ber vê em li ber xwe didin. Hemû hevrêyên me bi van hestan, bi vê bawerî û îradeya xwe mîna şêr û lehengan şer dikin. Ji ber vê yekê ji bo me dozeke pîroz e. Em dizanin ku jiyana azad wisa dikare pêk were. Em dizanin ku pêşerojeke xweş, azadî, demokrasî û wekhevî li vir e. Em dizanin ku azadiya jinê li vir e. Em dizanin ku azadiya civakê, azadiya gelan li vir e. Ji bo vê jî em hemû rîskan digirin ber çavan û helbet em ê heta dawiyê berdewam bikin û em ê bi ser bikevin.

Lê dijmin ji xwe re xeyalan çêdike; Kurdan li dijberî xwe wekî dijmin dibîne û PKK’ê wekî dijmin nîşan dide, bi gotina ‘Xetere li ser me heye’ hewl dide desthilatdariya xwe biparêze. Ew dixwaze bi mirina desthilatdariya xwe berdewam bike. Yanî dixwaze me tine bike û hebûna xwe mayînde bike, bi vî rengî xwe bi civakê bide qebûlkirin. Ew ji bo vê şer dike, lê şerê me şerekî adil e. Li ser nirxên mirovatiyê hatiye avakirin. Ji bo vê jî her milîtanekî vê Tevgerê li ser esasê ruhê 14’ê Tîrmehê bi hezkirin, fedekarî û cesareteke mezin têdikoşe û li ser vê bingehê em ê bi ser bikevin.

Di axaftineke xwe ya berê de we gotibû, “Em vî şerî ji bo parastina Başûr dikin.” Dîsa li ser vê mijarê banga we ji bo gelek rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê hebû. Di vê yekê de pêşketinek çêbû yan na?

Bêguman şerê niha tê meşandin beriya her tiştî şerê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê ye. Ji bilî vê, helbet ev şer ne tenê ji bo vê ye; ji bo nirxên demokratîk û hebûn û azadiya hemû gelê me ye. Ji ber ku ev dijmin ne dijminê parçeyekî tenê ye, dijminê hemû Kurdistanê ye. Ev dijmin naxwaze Kurd li tu derê bibin xwedî destkeftî. Em li dijî wê têdikoşin. Ev şer çar sal in didome. Bi taybetî ji sala borî û vir ve hîn bêhtir geş bûye. Di van sê mehên dawî yên îsal de, ew pir geştir û berbelavtir bûye. Şerekî pir dijwar tê meşandin.

Me gelek caran bang li siyaseta Başûrê Kurdistanê kiriye. Me bang li hemû aliyan kiriye. Ez van bangan dubare nakim; hîn jî derbasdar e. Her wiha, em bi awayeke pratîkî niha di şer de ne; em naxwazin li ser tiştên ku wê encam negirin rawestin. Ji ber vê yekê kêmasî hene. Binêrin; Di serdema me de ku ragihandin pir pêş ketiye, dinya piçûk bûye û her der bi hev ve girêdayî ye. Behdînan ji derve re hatiye girtin; ne çapemeniya cîhanê û ne jî çapemeniya herêmê nikarin bên vir û agahiyan bigirin. Şerê heyî di kûrahiya erazî de, di nava Zapê de pêk nayê. Li kêleka Amêdiyê, li pişt Deralok û Şêladizê pêk tê. Dibe ku xelkê me yên li vê derê bi şev ji dengên balafir û topan ranazên, lê ger hûn bala xwe bidinê bi awayekî fermî ne di rojevê de ne, kes behsa vê yekê nake, nikarin bixin rojevê. Ev mijarek cidî ye ku çima wisa ye.

Mijara din; mînak ev sê meh in şer didome. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê bike. Tê ku derê, rê çêdike. Ji vir, tê fêmkirin ku plan kiriye ne bi periyodîk lê bi rengekî daîmî bê. Daran dibire. Ji ber vê yekê dixwaze sîstemeke li gorî xwe ava bike. Ev dagirkerî ye. Ev ne operasyona li dijî rêxistinekê ye. Ev şer û dagirkeriya welatekî ye, lê tevî vê yekê hêzên Başûrê Kurdistanê tenê li rewşê temaşe dikin.

Niha PDK alî wan dike; yanî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Ev ne sûcdarkirina PDK’ê ye. Ev rastiyek e û her kes wê dibîne. Lê ev jî rastiyek e ku eger alîkarî û hevkariya PDK’ê û bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, wê dewleta Tirk nekarîba bi ewqas çekan 3 meh vî şerî bidomîne. Bi gotineke din, dema hikûmet bêdeng dimîne û heta tenê bi bêdengmayînê re sînordar namîne û herêmê ji ketin û derketina di serî de sazî û dezgehên çapemeniyê û şandeyan re bigire, vê çaxê hem haya kesî ji vî şerî çênabe û her kes êdî vê rewşê normal dibîne. Ev yek.

Ya duyemîn jî, bêdengiya hikûmeta Iraqê jî encamên wiha derdixe holê. Hikûmeta Iraqê jî dengê xwe dernaxe. Dema dewleta Tirk di salên 90’î de hat, hikûmeta Iraqê li dijî wê derdiket; dîsa car bi car hêzên Başûr di nava tifaqê de jî li dij derdiketin. Di rewşên wiha de Yekîtiya Ewropa û saziyên mîna wê, biryar digirtin û ji bo xwevekişandina dewleta Tirk a dagirker dem didan. Di vê çarçoveyê de zext li Tirkiyeyê dihat kirin ku vekişe. Ger hûn niha binêrin, tiştek wisa tune. Ew qas axa Başûrê Kurdistanê dagir kirine û di van sê mehan de ewqas çekên qedexekirî bi kar tînin, lê kes tiştekî nabêje. Çima? Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hêzên fermî yên desthilatdar bêdeng in. Bêdengî razîbûn e, alîkarî ye. Heman tişt ji bo Iraqê jî derbasdare. Ji ber vê yekê ye ku dijmin israr dike.

Ger ne wisa bûya, wê berxwedana ku gerîlayan heta niha nîşan daye, wê wan perçe perçe bikira. Mînak hemû tevgerên wan pûç bûn û di hemûyan de jî têk çûn. Ev berxwedan ne tiştekî ji rêzê ye. Ev berxwedan bi rastî jî dîrokî ye. Belkî niha kesek nîqaşê li ser neke ji ber ku ev yek nayê hesabê wan, lê dîrok wan ji bîr nake. Ne hêsan e ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê tevî hemû teknolojiya ku ew bikar tîne sê mehan rawestîne. Niha rawestiyaye; nikare dagir bike. Rast e; li hinek deran hatiye, lê em jî li wir in; em li wir di nava şer de ne. Ew nikare bê gelek deveran. Bixwaze jî nikare were. Ji ber vê yekê ev ne tiştek ji rêzê ye. Bi rastî ev ji bo hemû Kurdistaniyan cihê şanaziyê ye. Vêca îro keç û xortên Kurd bi afirînerî, bi wêrekî û bi awayeke jêhatî artêşeke mezin radiwestînin. Ev ji bo her Kurdekî cihê şanaziyê ye. Ev yek ji bo kesên ku ji xwe re dibêjin ez Kurdi m wisa ye. Lê belê em lê dinêrin; hinek jixwe hevkariyê dikin, hinekên din tenê temaşe dikin yan hinek jî bi qismî li dijî derdikevin, lê ew bêtir takekesî dimînin. Xwepêşandanên ku welatparêzên me bi awayeke takekesî nîşan didin, xwepêşandanên ne rêxistinkirî û ne girseyî jî zêde bandora xwe nakin. Binêrin; ger zextên siyasî hebûna, dewleta Tirk wê nekarîba ewqasê dom bikira. Wê neçar bima ku xwe vekişe. Zext nîne, berovajî vê yekê kesên hevkarî dikin û alîkarî didin hene. Mînak xeletî û sûcên dewleta Tirk tên nixumandin, nayên nîşandan û eşkerekirin. Ewqasê qetlîaman dike, lê tê nixumandin.

Wek mînak herî dawî dijmin li Bamernê 2 zarok şehîd kirin. Hin saziyên çapemeniyê li vir gotin, ‘PKK’ê kir’. Piştre derket holê ku PKK’ê nekiriye; hin saziyên serbixwe ev yek eşkere kirin, lê ev nûçe û daxuyaniyên yekem rê li ber bertekên ku wê gel û raya giştî li hemberî van komkujiyan nîşan bide, digire. Yanî gelê Kurd, gelên cîhanê û raya giştî li hemberî dewleta Tirk dikaribû di asta pir bilind de bertekan nîşan bide, lê li Başûr bêdengiyek heye; ji ber wê jî pêş nakeve. Mesele ne tenê PDK ye, partiyên din jî hene. Heta muxalefet jî pir ji rêzê behsa wan dike. Ev di demekê de ye ku xetera li ser Başûrê Kurdistanê mezin e. Dagirker dikin. Niha em şer dikin. Em ji bo Başûrê Kurdistanê têdikoşin; Em ji bo hemû nirxên gelê Kurd têdikoşin. Em ji bo nirxên demokratîk têdikoşin. Ger ne wisa be, em jî dikarin çenteyên xwe bigrin û biçin û xwe bidin aliyekî. Wisa nabe; divê em vî dijminî bidin sekinandin.

Ev dijmin ne dijminekî asayî ye. Ev dijmin dijminekî wisa ye ku mîna hirçê ye. Mînak niha hinek bi vê dewleta Tirk a şovenîst û antî Kurd re tifaqê çêdikin. Tifaqa bi vê dewletê re, weke ku bi hirçê re bikeve heman torbeyê. Tu nizanî hirç wê kengî qirika te bigire û te bifetisîne. Yanî ne diyar e kengî wê êrîşî kesên ku pê re di nava tifaqê de ne, bike. Ger em li dîroka dewleta Tirk binêrin wê gelek mînakên wiha bên dîtin. Ji bo vê jî em dixwazin her kes meselê fêm bike, kes piştgiriyê nede vê mêtingeriya Tirk û her kes li dijî vê derkeve. Em dixwazin helwestek netewî çêbibe. Me ji bo vê bang kir; Ez van bangan dubare dikim.

Mijara din jî ev e; dewleta Tirk her cure çekên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîkî, bombeyên termobarîk bikar tîne. Ev hemû çekên qedexekirî ne. Em dixwazin şande bên û lêkolîn bikin. Saziyên têkildarî vî karî dibêjin, ‘Eger hikûmeta herêmê yan jî Iraq me vexwîne em ê werin.’ Ew jî wana venaxwînin. Baş e; bi xwe wana venaxwînin, lê şandeyên serbixwe tên; nahêlin şandeyên serbixwe jî bên, nikarin ji Silêmaniyê derbas bibin. Ma berê Seddam li dijî gelê me çekên kîmyewî bikar neanî, ewqas qetlîam çênebûn? Niha Seddamekî nû derketiye holê -ku ji Saddam pir dijwartir û dixwaze Kurdan ji holê rake- li dijî me çekên kîmyewî bikar tîne; ew vê yekê li qadeke teng û bi rengekî pîvankirî ku tenê bandorê li hin deveran bike bikar tîne; bi heman awayî çekên qedexekirî bi kar tîne û zagonên şer ên gerdûnî binpê dike. Wê demê hûn çima pêşiya şandeyan digirin; bihêlin ku bila werin û bibînin ka çi bûye, lê nahêlin.

Ya din; Heman sansûra ku li Tirkiyeyê li hemberî vî şerî li çapemeniya Tirkiyeyê tê ferzkirin, li Başûr jî heye. Va ye binêrin; Li Amedê 16 rojnamevanên Kurd girtin da ku li Tirkiyeyê tu kes behsa van mijaran neke. Jixwe destûr nedidan ku kes bê Botan û hwd ango qadên şer, lê naxwazin kes biaxive jî; ji bo wê ewqasê zextan dikin. Li Başûr jî heman sansur heye. Ji ber vê yekê pir kes behsa şer nakin. Mînak niha hemû çapemeniya Başûr qey nikarin bên Amêdiyê û li şer temaşe bikin? Helbet dikarin. Her tim şer heye, lê naxin rojevê. Dewleta Tirk kontroleke wisa pêş xistiye ku sansurê ji bo çapemeniya Başûr jî ferz dike. Ji ber vê yekê bi vî awayî herêmê ji çûn û hatinê re digirin.

Ev hemû piştgirî û alîkarî ne, rasterast an nerasterast didin dewleta Tirk. Dema ev hemû li hev kom dibin, dibin sedem ku dewleta Tirk bi rexmê ku derb dixwe jî lê di dagirkeriyê de israr bike û bidomîne. Tevî ku me pêşiya wê girtiye û nahêlin, lê tu carekê dibînî ku ji aliyê binî ve hatiye; tu dibînî ku ji Başûr hatiye; Piştre dibînî ku ew ji aliyê din ve hatiye. Yanî niha di navbera me û dijmin de şer heye.

Ez bang li hemû gelê me bi taybetî jî li warê rewşenbîr û hunermendan, gelê me yê hêja yê Amêdiyê, Bamernê, Deralok û gelê Şêladizê yê berxwedêr û gelê Başûrê Kurdistanê dikim: Gelê me bi çavên xwe dibîne ku em çi dikin, ji bo çi têdikoşin, em çawa xwe ji bo vê yekê feda dikin. Mînak hin kes dibêjin ev şer ji ber PKK’ê derketiye. Ne wisa ye, lê em texmîn bikin ku wisa ye. Wê demê PKK şer dike; wê demê bi kêmanî PKKê dorpêç nekin, li dijî PKKê kar nekin! Ger ji bo PKK’ê be, PKK li ber xwe dide, berdêlan dide û her tiştê xwe daniye holê. Ma ev ne camêrtî ye, ne welatparêzî ye, ne Kurdistanîbûn e? Ji ber vê yekê diyar e ku ev dijmin dixwaze vê derê dagir bike. Mesela niha li Efrînê çi dike? Her roj li wir çi tîne serê Kurdan? Divê her kes biryara xwe bide. Em bang li welatparêzan dikin; welatparêz divê berxwedana me tenê nehêlin, piştgirî bidin. Piştgiriya gelê me ji bo me maneviyateke mezin e. Divê kes nekeve xefikê. Raste; zext hene, lê bi rengekî dikare pêşiya her cure zextê bê girtin û piştgirî bi awayekî rasteqîn bên pêşkêşkirin. Ev şerê me şerekî dîrokî ye; têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd e; têkoşîna afirandina pêşeroja gelê Kurd û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Heta ku em li hemberî dewleta Tirk nebin îrade, wê gelê Kurd ti carî nekaribe li Rojhilata Navîn bibe îrade. Heta ku em li hemberî dewleta Tirk nesekinin û dewleta Tirk neşikênin, em berdin Rojhilata Navîn, gelê Kurd ne li Başûr û ne jî li tu derên din wê nikaribe serbixwe û azad bijî. Divê her kes vê bizane. Ji ber vê sedemê ev şer şerekî dîrokî ye û em bang li hemû welatparêzan dikin ku heta ji destê wan tê piştgiriyê bidin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv