Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandareke xurt, bi biryar û wêrek bû

Heval Gulbahar ji Botanê bû. Xwedî li kevneşopiya berxwedêriyê ya herêma xwe derket. Kenê xwe ji hevrêyên xwe re hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû.

Vegotina rastiya hevala Gulbahar (Zozan Şalci) ji bo min gelekî zehmet e. Ji ber ku hevala Gulbahar bi bedewî û hevrêtiya xwe cihê xwe di dilê me de girtibû. Gava ku min hevala Gulbahar nas kir, min dît ku fedakar e, di nava jiyanê de pêşeng e, bi hevrêtî û armancên xwe miroveke nêzî rasteqîniyê ye.

Min hevala Gulbahar li Akademiya Hakî Karer nas kir. Di pêvajoya herî zehmet de ji min re bû alîkar. Hevala Gulbahar milîtaneke gelekî çalak bû û ji bo hevalên xwe her tim ked dida. Dema ku qala coş û moralê tê kirin timî hevala Gulbahar tê bîra min. Jiyaneke pak û bi pîvan ji xwe re dikir esas. Jineke wêrek, xurt û bi biryar bû. Min gelekî sûd ji hevrêtiya wê wergirt, kenê wê yê ji dil wê ti carî ji bîra min neçe.

Li Akademiyê tevî Gulbahar em di karên ewlekariyê de bûn. Bi coş û moraleke mezin tevlî kar dibû. Hevala Gulbahar ku di temenekî ciwan de tevlî nava partiyê bû, ji aliyê pratîkî ve mîna ku xwedî tecrûbeya bi hezaran salî bû. Hevala Gulbahar li Zapê di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya. Hawankareke pispor bû. Li Zapê bi pêşengî tevlî gelek çalakiyan bû. Derbên giran li dijmin xist.

Hevala Gulbahar di şer û jiyanê de fermandareke xwezayî bû. Di karakterê wê de tiştekî ku nikare bê kirin tune bû. Her tim digot, ‘Em ê dijminê qirker li Kurdistanê tune bikin’. Bi vê hêrsê li dijî dijmin şer kir. Timî dixwest biçe Botanê. Bi eşqa Botanê dijiya. Rêwîtiya hevala Gulbahar timî di nava şert û mercên giran û qadên zehmet de bû. Alîkarî dida hemû hevalan. Rola xwe ya pêşengiyê timî bi cih anî. Rojekê bi tenê jî bêmoral nebû. Bi coşa xwe her kes dikenand.

Hevala Gulbahar li herêma berxwedanê li Botanê bû. Xwedî li kevneşopiya berxwedêriyê ya herêma lê ji dayik bû derket. Kenê xwe ji hevrêyên xwe re hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû. Bi şehadeta xwe re li çiyayên Kurdistanê wê bibe bi hezaran Gulbahar Çirav. Bila dilê te xweş be hevrêya min, em ê ala berxwedanê bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tacîdar bikin. Oxir be ji te re heval, tu yê her tim di dilê gelê xwe de be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv