Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Me destek da Kobanê, desthilatiyê destek da DAIŞ’ê.

 

 

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: ME DESTEK DA KOBANÊ, DESTHILATIYÊ DESTEK DA DAIŞ’Ê

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê tevgera qirkirina siyasî li darxist û bi dehan siyasetvan kirin binçavan.

Li ser vê yekê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi pêkhateyên xwe li Enqerê li hev civiya..

Piştî civînê hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bi pêkhateyên partiyê re li ber navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Mîrhat Sancar êrişên qirkirina siyasî yên bi navê Kobanê bi bîr xistin û wiha got.

Ji ber ku desthilatî dizane yekane hêza pê bide windakirin HDP ye, jê ditirse.

Ne neheq e..

Heta em hebin deshilatî wê nikaribe armancên xwe pêk bîne.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: BI VAN ÊRIŞAN DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê BIGRIN

Çiqasî têk diçin ewçendî êriş dikin..

Bi navê dozeke sexte li dijî me dest bi tevgereke nû ya qirkirina siyasî kirine..

Bi vê yekê dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin.

Ji ber ku me destek da Kobanê, wan jî DAIŞ parast.

Çibû?, gelê Kobanê bi serket.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: WÊ TI HÊZ NIKARE BE HDP’Ê BIDE GIRTIN, LI PIŞ ME BI MILYONAN HENE

Mîthat Sancar destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze bi van tevgeran HDP’ê bêkêr û bêbandor bike û got:

Li pişt me piştgiriya gel heye.

Wê ti hêz nikaribe HDP’ê bide girtin.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
MÎTHAT SANCAR: NIHA TAM WEXTÊ GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE

Hevserokê HDP’ê da zanîn ku ew ê bi tifaqa demokrasiyê re welat ji vê rewşa xirab rizgar bikin û got.

Em bi israr in ku tifaqa demokrasiyê berfireh bikin.

Armanca me ya esasî xurtkirina têkoşîna hevpar a ji bo azadî, aştî û demokrasiyê ye.

Mîthat Sancar diyar kir ku amadekariyên wan ên 1’û Gulanê jî didomin û got.

Coşa 8’ê Adarê û Newrozê wê di 1’ê Gulanê de jî xwe nîşan bide.

LI WANÊ ZEXTÊN LI SER HDP’Ê Û ZINDANAN HATIN PROTESTOKIRIN
“BI GIRTIN Û ÊŞKENCEYÊ WÊ NIKARIN PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA ME BIGIRIN”

Di vê navberê de rêxistina HDP’a Wanê jî bi tevlîbûna gelek kesan li ber avahiya xwe daxiyaniyek da..

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li dijî HDP’ê û faşîzma li zindanana hat kirin û ev peyam hat dayîn.

Bi zilma li zindanan wê rejîma faşîst tu encamê bi dest nexe.

Heta şikandina tecrîdkirina birêz Ocalan û azadiya tevahiya girtiyan wê ev têkoşîn bidome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv