Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Azadiya rêber Apo mora xwe li komgreyê xist: Perwerdekarên Brîtanî gotin: Freedom For Ocalan.

 

 

AZADIYA RÊBER APO MORA XWE LI KONGREYÊ XIST
PERWERDEKARÊN BRÎTANÎ GOTIN: FREEDOM FOR OCALAN

Li Brîtanyayê ji sala 2016’an ve ye bi pêşengiya sendîkayên karkeran ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kampanya tê birêvebirin.

Sendîkaya Perwerdeya Netewî ya Brîtanyayê NEU jî tevî kampanyayê bû.

NEU yek ji sendîkayên herî mezin a Brîtanyayê ye.

NEU kongreya xwe ya salê bi banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo vekir.

Dîwana kongreyê bi hezaran delegeyan ji bo azadiya Rêber Apo vexwend ku rabin ser piyan.

Li eywana kongreyê bi yek carê hezar û 700 delege bi hev re rabûn piyan.

Posterên Rêber Apo ku li ser Freedom For Ocalan yanî ji Ocalan re azadî nivîsandî, bilind kirin.

Li seranserê Brîtanyayê 500 hezar endamên sendîkaya NEU hene.

Kampanyaya Azadiya Rêber Apo di sala 2016’an de bi pêşengiya Sendîkaya Unite The Union (YÛNAYT DÎ YÛNIYON) li Îngilistan û Sendîkaya Kar a Giştî ya li Gelerê, li meclisa Brîtanyayê destpê kiribû.

Nêzî 2 mîlyon endamên her du sendîkayan hene.

Ev 6 sal in di çarçova kampayayê de xebat tên meşandin û gelek sendîkayên din jî li Brîtanyayê destekê didin kampanyayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv