Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîrxas ê HPG’yî: Ez li ser peywira xwe me

 

Çend roj berê medyaya nêzî desthilatdariya AKP û MHP’ê îddîa kiribû ku gerîlayê HPG’ê Mîrxas Beytuşebab şehîd bûye. Mîrxas got “Va ye ez li ser peywira xwe me. Heta ku em artêşa Tirk ji ser axa xwe biavêjin em ê li ber xwe bidin.”

Dewleta Tirk a dagirker a ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirker didomîne, ji ber ku nikare berxwedana gerîla bişkîne, metodên şerê taybet diceribîne.

Dewleta Tirk çend roj berê îddîa kiribû ku MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê gerîlayê HPG’ê Mîrxas Beytuşebab jî tê de komek gerîla ‘kuştiye.’

Mîrxas Beytûşebab (Nevzat Durmuş) li ser îdîayên derew ên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Gerîlayê HPG’ê Mîrxas Beytuşebab diyar kir ew sax e û li hemberî êrişên dagirker li ber xwe dide û got “Navê min Nevzat Dûrmûş, di nav tevgerê de jî navê min Mîrxas Beytuşebab. Di sala 1986’an de li Beytuşebabê li nav malbateke welatparêz de ji dayik bûm. Çend sal in li ser xeta Başûr têdikoşim. Dewleta Tirk di mehên dawîn de Heftanîn, Avaşîn, Zap û Metîna tê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgereke dagirker da destpêkirin. Dewleta Tirk wê tu carî negihêje armanca xwe û ji ber vê jî bi metodên şerê psîkolojîk her dem dixwaze hişê malbat û gelê me tevlîhev bike.

Çend roj berê MÎT’ê îddîa kiriye ku hinek kes kuştiye. Navê min û navê çend hevalên din jî dane. Bi van derewan dixwazin gelê me bixapînin. Ez careke din bang dikim, divê gelê me baweriya xwe bi van nûçeyên derew nîne. Em sax in û li qadên ku lê ne, têkoşîna xwe didomînin. Di salên dawîn de li her derên herêma me operasyonên dagirker tên kirin , lê dewleta Tirk li hemberî van operasyonan derbên giran dixwe. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze derbên giran ên ku xwariye veşêre û çareyê di çêkirina nûçeyên derew de dibîne. Va ye hûn dibînin em sax in û em li ser peywira xwe ne. Hevalên me yên şervan ên ku qaşo dewleta Tirk ew şehîd xistine jî li çeperan li ber xwe didin. Heta ku em artêşa Tirk ji ser axa xwe biavêjin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Mîrxas ê HPG’yî diyar kir ku wê şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk bi ser nekeve û got “Divê gelê me yê welatparêz tu carî baweriya xwe bi derewên dijmin neyne. Dewleta Tirk li hemberî gelê me yê welatparêz şerekî psîkolojîk dimeşîne. Divê gelê Kurd bibêje dem dema azadiyê ye û serî hilde. Divê ciwanên Botan û Beytuşebabê nekevin xefka dijmin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv