OPERASYONÊN LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê
LI HERÊMA DÊRAZORÊ 5 ŞANEYÊN VEŞARTÎ HATIN KUŞTIN
Piştî zêdebuna êriş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên xweser şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ketin nav tevgerê.
Li dijî van tevgran, hema bêje rojane Yekîneyên taybet ên QSD’ê Operasyonan li dardixin.
Herî dawî Hêzên taybet yên QSD’ê li nêzî bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê ketin nava tevgerê.
Di encama Operasyonê de, 5 şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
QSD’ê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî di operasyonê de cihgirt.