ÊRIŞA LI ZIRGANÊ
“MIN NEDIZANÎ MALA KU TOP LÊ BARANDIN MALA MIN BÛ”
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Doh êvarî navçeya Zirganê bi dijwarî hate topbarankirin.
Di êrişê de jineke bi navê nede Dexam Mesîx û pitikekê jiyana xwe ji dest dan.
Tevî jin û zarokan herî kêm deh kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Dirbêsiyê. Lê yên rewşa wan giran bûn jî rakirin nexweşxaneyên bajarên Qamişlo û Hesekê.
Hevala me Amara Bawer li cihê êriş lê pêk hatî bi malbatan re axivî.