MIHRÎCANA FILMAN A KURT Û KURMANCÎ PÊK TÊ
TEMAYA MIHRÎCANA YEKEM WÊ ZIMANÊ KURDÎ BE
Di daxuyaniyê de hat gotin ku filmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin.
Temaya mihrîcana yekem jî weke “Zimanê Kurdî” hatiye destnîşankirin.
Daxuyaniya derbarê mihricanê de wiha ye:
Ji vê mîhrîcanê armanc ewe ku dildarên sînemaya kurdî, fikir û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.
Li gorî rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal wê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin.
Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewhereke kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek “Zimanê Kurdî” diyar kiriye.
Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ewe ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.
Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin.
Ji nav van fîlman em ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van filman.
Film dikarin ji bo malperên sinemayakurdi.com û Tor Film Production werin şandin.