Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Kela Memê ya Botanê 5 dagirker hatin cezakirin

 

HPG’Ê JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDÊN BESTAYÊ ÇALAKÎ KIR
“LI KELA MEMÊ YA BOTANÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan li herêma Botanê çalakiyeke bi bandor li dar xistiye.

Ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên şerê 5-8’ê Nîsanê yê Bestayê hatiye kirin.

HPG’ê ev agahî dan:

Ev demek bû, ku dagirkeran li qadên Kela Memê û Deriyê Qaçê yên eyaleta Botanê kemîn datanîn.

Gerîlayan vê carê yekîneyeke eskerên Tirk 24’ê Gulanê kir kemîna xwe û ji 2 milan ve lê dan.

Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA 9 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Bi Pêngavên Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê jî gerîalayan li Zap, Avaşîn û Metînayê gelek çalakî li darxistin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên ku 25 û 26’ê Gulanê hatine lidarxistin ev agahî dan:

Hêzên YJA-Starê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş ê Avaşînê dan û eskerek hat cezakirin.

Dîsa hêzên YJA-Starê bi çekên giran eskerên Tirk ên li ser Girê Konferans ê Avaşînê kirin hedef.

Gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Zêrîn û Kela Mamreşo yên Avaşînê bûn hedefa çekên giran ên gerîlayan.

Li Kela Bêdewê ya Zapê jî bi çalakiyekê kamerayeke mobesse hat îmhakirin.

Gerîlayan bi rêbaza sûîkastê dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan ê Zapê kirin hedef û eskerek hat cezakirin.

Li Herêma Metîna jî gerîlayan komek eskerên navbera Girên Kuroşîno û Stûna bi çalakiyeke sabotajê kirin hedef.

Dîsa li Metîna gerîlayan ji 3 milan ve bi ser dagirkeran de girt.

Çalakî li navbera Girên Zendûra û Kuroşîno, li quntarên girê Koordîne pêk hat.

Di çalakiyê de bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin, kamerayeke mobesse hat îmhakirin û çeperek jî hat rûxandin.

HPG’ê ragihand, ku 25’ê Gulanê Girê Zendûra yê Metîna, qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên Avaşînê, Girên Cîloyê Biçûk, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Munzûr û Gizê bi balafir û helîkopteran hatine bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv