MIHEMED SEYDÎ / WELAT
HEYA ÎMRALÎ HEBE WÊ QIRKIRINA KURDAN BIDOME
Em li meha adarê binêrin, dibînin ku kurdan serî rakiriye û her li ser wan komkujî pêk hatine. Kurd di van rojên wan ên pîroz de kuştine û xwestine pişta wan bişkînin û nehêlin careke din serê xwe rakin. Hêzên dagirker dema plana van êrîşan datînin, Kawayê Hesinkar jî tînin bîra xwe. Ji ber ku ew ji wê (serhildana kurdan) ditirsin, lewma bi vî awayî êrîş dikin.12’ê Adarê êrîşa li ser ciwanan li Qamişloyê, kurdan veguherand serhildanê, 16’ê Adarê komkujiya Helebceyê rejîma Baasê anî sêdarê û dîsa 18’ê Adarê êrîşa li ser Efrînê û dagirkirina wê jî ew ê kujer û dagirkeran rojekê bîne û hesabê vê yekê bixwazin. Baasa Iraqê, Baasa Şamê li ku bin, wê AKP’ya ku niha serkêşiya desthilatê dike jî li wir be. Van dagirkeran her xwestin dîroka Newroza kurdan bikin şîn, dil û pişta kurdan bişkînin da ku nefikirin careke din Newrozê pîroz bikin. Lê çi bûye û kê çi kiriye, kesî nekariye agirê ku di 21’ê Adarê de pê dikeve vemirîne.
Her adarê êrîşî kurdan kirine û di vê adarê de jî xwestin. Nikaribûn êrîşeke raste rast a li ser kurdan pêk bînin, lê vê carê îdîayên derbarê jiyana Rêber Ocalan de belav kirin. Wer xuyaye yên li pişt van îdîayan dixwazin binêrin ka kurd heta çiqasî bi Rêber Ocalan ve girêdayî ne. Gelo xwestin bizanin ka sîstema Îmralî û tecrîda li ser Ocalan çiqasî encam girtiye û qutbûna nava gelê kurd û Ocalan bandor kiriye? Xwestin ji kurdan re bibêjin ku jiyana Ocalan di destê me de ye û tişta ku em bixwazin dikarin bikin.
Her gotina wan çi be jî her kes bertekên gelê kurd ji bo Rêberê xwe li qadan dibîne. Hemû parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê kurd li ser pêyan û qadan in. Ji kesî bawer nakin û wê bawer nekin. Ji ber ku hêzên serdest qala aştiyê dikin û Rêberê kurdan bi mirinê tehdît dikin. Papa di bin navê aştiyê de dişînin başûrê Kurdistanê û Iraqê, lê ji bêbextî û tecrîda li ser Rêberê gelekî re çavên xwe digirin.