Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meral Çîçek: Di navbera Helebçe û Efrînê de 18.03.2021

 

DI NAVBERA HELEBCE Û EFRÎNÊ DE
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Beriya bi 2633 salan Medan ji ber zilma Dehaq xwe sipartin çiyê. Ji wê rojê ve çiya ji bo Kurdan bûye stargeh. Ji ber vê yekê navê xwe kirinê xelkê çiyê. Lê ne tenê stargeh e. Çiya di heman demê de îsyan, serhildan û berxwedan e. Her wiha azadî ye. Ew devere ku agirê rizgariyê lê tê pêxistin. Tarîtiyê diqelêşe.

Kawayê Hesinkar kesên ji ber zilmê reviyane berê wan dida têkoşînê û çiya ji wan re dikir cih û war. Hêza çiyê wê demê derket holê. Hembêza Kurdan, hesret û diyarê wan.

Newroz jî çîrokek çiyê ye. Dem derbas dibe û ev çîrok her tim dubare dibe. Tişta balkêş ewe ku newala ber bi Helebceyê diçe navê wê Şarezor e û vî navê xwe ji kurê xwe Dehaq Zor wergirtiye. Dibe ku ji ber wê be piştî Newroza yekemîn 2 hezar û 600 salî ew dever bû jahra Dehaqên hemdem.

Efrîna ku peykerê Kawayê Hesinkar lê hebû piştî Newroza yekemîn bi 2 hezar û 630 salî hat dagirkirin. Çeteyên kirêkirî yên Dehaqên hemdem destpêkê peykerê Kawayê Hesinkar xera kirin. Wekî ku berxwedan û azadiyê hilweşînin tevgeriyan.

Di dîrokê de me gelek zilm dîtin. Lê ew dîrok wekî dîroka berxwedan û azadiyê derbas dibe. Newroz jî bi Kawayên hemdem û çîrokên wan tê nivîsandin. Bi vî rengî Newroz bû jiyan. Bû şêwazek jiyanê ji bo Kurdan.

Îro Newroz nebûye cejin. Ji bo ku bibe cejin em têkoşîna wê dimeşînin. Em gelekî berxwedêr in. Ji destpêka dîrokê ve em wilo ne. Ji ber vê yekê dîroka me bi Newrozan tijî ye. Îro jî ji bo ku em xelekek din li vê dîrokê zêde bikin têdikoş in.

Dibe ku ev Newroz bibe ya herî bi heybet. Wexta ku ew roj were wê agirê herî bilind were pêxistin. Wê li çiya û newalên welatê me agir were pêxistin. Wê demê ew roj dibe cejna Newrozê.

Wê demê ji Helebce heta Şengalê wê qirkirin bi dawî bibe û peykerê Kawayê hesinkar careke din li Efrînê bilind bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv