Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: Eyn Îsa, qada herî germ a bazarê 25.12.2020

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
EYN ÎSA: QADA HERÎ GERM A BAZARÊ

Eyn Îsa bi erdîngariya xwe ya biçûk, bûye cihê hesabên mezin û bazarên giran. Rûsya, Tirkiye û Amerîka jî li ser xetê ne. HSD’ê hêza sereke ya li ser erdê ye û rejîm jî weke çeqela xwe bêdeng kiriye, ka dema êrîş li ser rojhilatê Firatê çêbibe belkî tiştek bi destê wê bikeve. Jixwe çete jî hene, kuştina wan jî zêde ji bo hemû aliyan ango dewleta tirk jî Rûsyayê jî ne pirsgirêke û dixwazin hêjmara wan kêm bikin.
Rûsya xwe bêdeng dike da ku HSD’ê zêde di bin bar de bihêle. Êrîş, topbaran jî hebû û Rûsya weke ku ne li wir e, tevgeriya û tev digere.

Herî dawî civînek di navbera Rûsya û dewleta tirk de li embarên genim ên Şekragê ku li rojhilatê Eyn Îsayê ye pêk hat. Li vê civînê çi hebû û dîsa çi axivîne nayê zanîn. Dibe ku ev civîn şeklî be, li ser daxwaza Rûsyayê be. Ji bo ku careke din ji HSD’ê re bibêje tirk dixwazin êrîş bikin û me hewl da wan bidin sekinandin lê qebûl nekirin. Bo wê, ya herî baş ew e ku hûn rejîmê derbasî nava Eyn Îsayê bikin.

Niha li van herêman û dîsa li derdora Eyn Îsayê hêza leşkerî ya rejîmê heye lê Rûsya ji bo bibêje va ye rejîm li herêmê serwer e, dixwaze wekî hikûmet (hin sazî)jî li van deran bi cih bike.
Dîsa ya ku li Eyn Îsayê bala mirov dikişîne, ew e ku tenê çete êrîş dikin. Ne artêşa tirk ne jî balafirên wê yên şer heta niha ketine tevgerê. Çete êrîş dikin û tên kuştin. Topan diavêjin û direvin.

Li hember vê rewşê heta niha Amerika bêdeng bû. Lê herî dawî ew jî ketin tevgerê. Hatina berpirsê hêzên amerîkî li Rojhilata Navîn Makinzî ya li bakurê Sûriyeyê, mesaj bû. Ew jî ew bû ku wê destûr nedin hebûna Rûsya li herêmê zêde bibe û rejîm cihên nû bigire. Dema hatina Makinzî de jî hin agahî hatin parvekirin ku wan ji HSD’ê xwestine, bila ji daxwazên Rûsya re nebêjin erê û tewîzan di bin şantajan de nedin.

Dîsa li gorî hin agahiyên ku hatine parvekirin; Amerîka heta niha rê nedaye ku dewleta tirk balafirên şer li ser Eyn Îsayê bi kar bîne. Jixwe tê zanîn ku qada hewayî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di destê koalisyonê de ye û aliyê rojhilatê Firatê jî di destê Rûsyayê de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv