GENERAL XELÎFE HAFTER:
ŞERÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ NÊZ E
Fermandarê Artêşa Lîbya a Niştimanî Xelîfe Hafter têlikdarî destwerdana dewleta Tirk daxuyaniyek da..
Hafter anî ziman ku ji bilî derketin ji Lîbyayê, ti rêyeke din li pêşiya dewleta Tirk tine ye û wiha got:
Em ji wan re dibêjin, ji nava axa me derkevin. Berovajî lazime bizanin ku em ê berê çekên xwe bidin wan.
Ji helwesta Tirkiyê xuya dibe ku em ê di demeke nêz de li dijî esker û çeteyên wan dest bi şer bikin.
Piştî ku meclisa Tirk dema hebûna eskerên xwe li Lîbyayê 18 mehên din dirêj kir, general Xelîfe Hafter ev peyam da..
Beriya niha Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî gotibû, ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê, şert e ku çeteyên biyanî ji vî welatî werin derxistin..
Demên dawî ji bi tevlî nava şer bibin, dewleta Tirk bi hezaran çeteyên ji Sûrî şandin Lîbyayê..