Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Cewad Zarîf li Hewlêrê bû, rojeva civînê Şengal bû

 

MIHEMED CEWAD ZARÎF LI HEWLERÊ BÛ
ŞANDEYA ÎRANÎ BI RÊVEBIRIYA PDK’Ê RE RÛNIŞT, ROJEVA CIVÎNÊ ŞENGAL BÛ

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.

Cewad Zarîf li gel Sefîrê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî, Konsûlê Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî û Konsûlê Îranê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî li Hewlerê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Berzanî re rûnişt.

Piştî hevdîtina bi Mesûd Berzanî re şandeya Îranî bi Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinan de peymana Şingalê ya di navbera PDK’ê û Bexdayê de hatî îmzekîrîn yek ji rojevên sereke bû.

Her wiha di hevditinan de rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî êrişkariyên DAIŞ’ê û hebûna hêzên hevpeymaniyê jî hatine nirxandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv