ŞERVANÊN HRE’YÊ DERB LI DAGIRKERAN DAN
HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ ENCAMA ÇALAKIYAN EŞKERE KIR
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên rêzeçalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyan ev agahî parve kirin:
14`ê Nîsanê, li navçeya Bilbilê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
16`ê Nîsanê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
23`yê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de 3 çete birîndar bûn.
Heman rojê, li Babê li dijî konvoyeke artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.
Di encama wê çalakiyê de 3 leşker û 4 çete birîndar bûn.
24`ê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete birîndar bûn.
26`ê Nîsanê, li derdora gundê Basûfanê yê navça Şêrawa li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hat pêkanîn.
Di wê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin.
Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal bi dest neketin.