BI HEVKARIYA PDK’Ê ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GERÎLA
MEXMÛRIYAN: VÎNA GERÎLA YA JI POLA WÊ TEQEZ WÊ BI SER BIKEVE
Êrişên dewleta Tirk a qirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi dijwarî dewam dikin.
Artêşa Tirk a ku xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê nikare bigre, bi hevkariya PDK’ê rojane gazên kîmyewî bikar tîne.
Ji ber vê hevkariya bêehlaq gelek gerîla şehîd bûn.
Li dijî van êrîşên kîmyewî şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek, li ber deriyê avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê gelê kurd ti carî van kiryarên hovane qebûl neke.