Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan ji gerîlayan re qala encama şerê salên dawî kir

 

ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD Û ASTA BERXWEDANA WÎ
MÛRAT KARAYILAN JI GERÎLAYAN RE QALA ENCAMA ŞERÊ SALÊN DAWÎ KIR

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê xîtabî hêzên gerîla kiribû.

Karayilan di xîtaba xwe de li ser şerê salên dawî û encamên wê rawestiya.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku 5 armancên konsepta şerê li dijî gelê Kurd hebûn.

1 – Tecrîda giran a li dijî Rêber Apo.

2 – Heta sala 2017’an bi temamî tasfiyekirina gerîla.

3 – Bi zext û faşîzmê teslîmgirtina girseya Bakurê Kurdistanê.

4 – Tasfiyekirina hêzên Şoreşa Rojava.

5 – Şikandina îradeya civaka Êzîdî li Şengalê.

MÛRAT KARAYILAN ENCAMA ŞERÊ SALÊN DAWÎ NIRXAND
“BI BAWERÎ, BIRYARDARÎ Û BERDÊLÊN GIRAN BERXWEDANEKE BÊHEMPA HAT KIRIN”

Mûrat Karayilan da zanîn, ji ber ku dewleta Tirk bi ser neket, îro di nava krîzeke kûr de ye û got, êdî her kes emrekî dide vê rêjîmê.

Êdî nîqaşa pêvajoya piştî vê rêjîmê hatiye destpêkirin.

Vê rêjîmê xwest me biqedîne, ew bi xwe hat ber asta qedandinê.

Ji bo têkbirina gerîla NATO’yê û hêzên sermayedar ên kurewî, teknolojiya serdemê bi piştgiriya Gladioyê dan dewleta Tirk.

Ji wan we bû, ku wê bi vê teknolojiyê hêzên me tasfiye bikin.

Hêzên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî û bêhempa kirin.

Ev berxwedan bi hêsanî pêk nehatin.

Bi bawerî û biryardariyeke mezin, bi ruhekî xwebexş û bi dayîna berdêlên giran ev berxwedan pêk hatin.

MÛRAT KARAYILAN ENCAMA ŞERÊ SALÊN DAWÎ NIRXAND
“LI BER DERIYÊ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ DEWLETA TIRK TÊK DIÇE”

Mûrat Karayilan pîlana dewleta Tirk û hêzên hevkariya wê dikin a 2021’ê jî destnîşan kir.

Li gorî hesabên wan, wê di nava 2 hefteyan de Avaşîn, Zap û Metîna bihatana dagirkirin.

Hesabê duyemîn jî ew bû, ku di nava 2-3 mehan de tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin.

Her çiqasî li hin qadan bi cih bûbin jî nekarîne kontrolê bi dest bixin.

Dewleta Tirk ji bo xwe ji tengavbûna li vir xilas bike, hêzên PDK’ê xistin dewrê û xwest encamekê bi dest bixe.

Dîsa bi vê yekê jî heta îro encamek bi dest nexistine.

Bi kurtûkurmancî dewleta Tirk tevî piştgiriya hêzên komploger ên navneteweyî li ber deriyê Herêmên Parastina Medyayê ber bi têkçûyîneke mezin ve diçe.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv