MEŞA “EM KURDISTANÊ BIPARÊZIN”
LI CENEVÊ LI BER NY’Ê BI MITÎNGEKÊ BI DAWÎ BÛ
Bi pêşengiya Defend Kurdistan, ji bo balkişandina ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Kurdistanê meşa ji Lozanê destpêkirî di roja 3yan de bû.
Nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetvanan bi Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê di meşa 3 rojan de cihê xwe girtin.
Çalakgeran roja dawî ji bajarê Versûwa dest bi meşê kirin û heta ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê meşa xwe domandin.
Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn.
MEŞA “EM KURDISTANÊ BIPARÊZIN”
AHMET KARAMÛS: EM LI BER NY’NE JI BO MAFÊN ME NAS BIKE
Pêşî Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî û ji ber piştgiriya ku didin wan, malavahî li dostên gelê Kurd û enternasyonalîstan kir.