SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWÎ
MEŞA CIWANÊN ŞOREŞGER Û ENTERNASYONALÎST DI ROJA 3’AN DE GIHIŞT MAÎNZÊ
Ciwanên kurd û enternasyonalîst li Almanyayê ji 5’ê Çile ve, tevî sir û seqema zivistanê, ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin.
Ciwanên şoreşger di roja 2’yan a meşê de bi tevlibuneke girseyi gihîştin bajarê Frankfurt.
Meşa ciwanan ji Frankfûrtê jî ber bi bajarê Maînzê ve dewam kir.
Li Maînzê, Kurdistanî û dostên xwe mîtîngek pêk anîn.
Çalakvenan di mitîngê de li dijî Komploya navnetewî sekinîn.
Ciwan wê ji vir jî ber bi Darmstatê ve bikevin rê.
SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWÎ
LI LÛZERNÊ BI HEZARAN KURDISTANÎ ROJA REŞ ŞERMEZAR KIRIN
Ev der jî ye..
Bi hezaran Kurdistanî li dijî komploya navneteweyî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê yê li bajarê Lûzern ê Swîsre meşiyan.
Kurd û dostên xwe bi sloganan kolanên Swîsreyê hejandin û daxwaza azadiya Rêber APO kirin.
Ciwanên şoreşger yên bajarê Neu-Munsterê jî, dest bi meşa dirêj ya 2 Rojan kiribûn.
Meşa ciwanan gihast Kielê û bi mitîngekê dawî bû.