Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li welat û derveyi welat bi çalakiyan azadiya Rêber Apo hat xwestin 08.02.2021

 

LI DIJÎ KOMPLOYÊ PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI WELAT Û DERVEYÎ WELAT BI ÇALAKIYAN AZADIYA RÊBER APO HAT XWESTIN

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” Kurdistanî û dostên xwe yên li Sidneyê bi konvoyekê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Konvoya ku ji dehan wesayitan pêk dihat, li navenda bajêr geriya û heya parlementa eyaletê dewam kir.

Li Ermenistanê jî Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

Çalaki li navenda Elegez a Êrîvanê pêk hat.

Li ser navê çalakgeran, endamê Koordînasyona Komîte Kurdistan Yûrik Davoyan û endama Yekitiya Jinên Azad Çîçek Rizgar axivîn.

Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê jî hate silavkirin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî komploya 15’ê Sibatê semînerek ji bo ciwanan hat dayîn.

Di semînerê de hate gotin “Hêzên navneteweyî, xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re vîna gelê Kurd jî dîl bigrin.

Lê komplo bi hizir û perspektîfên Rêber Apo vala hat derxist.

Kurdên li herêma Stavapol a Rûsyayê jî tecrîdkirina Rêber Apo şermezar kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv