Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mêrdîn: ‘Rihê berxwedanê yê 8’ê Adarê wê di Newrozê bigere!’

 

Endama Koordînasyona KJK’ê RewşenMêrdîn got, ”Divê rihê berxwedanê yê ku jinan 8’ê Adarê nîşan dayî di Newrozê bigere.”

Mêrdîn diyar kir Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd gelek tişt e û got, ”Kurd divê di Newrozê de careke dî nîşan bidin ku ew serê xwe li ber zilmê, zextê û êşkenceyê natewînin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn Newroza sala 2022’an û berxwedana jinan ji ANF’ê re nirxand.

Nirxandina giştî ya Mêrdîn wiha ye:

”8’ê Adarê îsal bi rastî jî gelekî bi heybet derbas bû. Hem li Kurdistanê hem li tevahiya cîhanê hemû jin rastî bi îsyaneke mezin de bûn. Em vê 8’ê Adarê ku îsyana ber bi azadiyê ve lê dest pê kir, bi dil û can pîroz dikin. Em çalakiyan silav dikin. Çalakiyên ku hatin lidarxistin divê ne tenê di 8’ê Adarê de bi sînor bimîne, divê dewam bike. Bi taybetî di vê sala 2022’an de li Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jinên Kurd pêşengiyeke cidî kirin. Di vê pêşengtiyê de jî li dora dirûşma ‘Dem dema azadiya Rêbertî’, ‘Ji qirkirina na’, ‘Dem dema parastina azadiya jin û civakê ye’ li her çar milên Kurdistanê deng bilind bû. Li her cihî gotin ‘Ji koletiye re na’, ‘Ji qirkirinê re na’, ‘Ji faşîzmê re na’. Pergala kapîtalîst a baviksalarî dixwaze destketiyên jinan ji destê jinan derbixin. Eger jin xwe bi rêxistin neke, tifaqa xwe xurt neke, ji ber ku ev pergal li ser tunebûna destketiyên jin xwe dide avakirin, lewma dixwaze destketiyên heyî careke din desteser bike û ji nedîtî bê, qirkirinê dewam bike. Li Kurdistanê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê gelekî bi heybet bû. Ji xwe cihê şoreşa jinê ye, çavê her kesî li wir bû. Bi rengê xwe, bi sekna xwe bi cîhanê da ispatkirin ku rastî wir şoreşa jinê ye, dikare pêşengiyeke rast ji şoreşa sedsala 21’ê re bike, sedsala 21’ê wê bibe şoreşa jinê. Ev sedsal sedsala me ye, sedsala jinê ye. Ev di helwesta li Rojava bi rengekî eşkere diyar kir. Bi hemû neteweyên xwe re, bi Kurd, Ereb, Çerkes ji her neteweyan jin hatin gel hev û bû yek deng. Ev girîng bû, em vê helwestê silav dikin. Xwedî li xwe, destketiyên xwe, serokê xwe derketin. Em wê helwestê pîroz dikin. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî tevî hemû astengiyan jî helwesta jinan, bi taybetî li Wan, Amed, li gelek cihên din derkete pêş, bi rastî jî pêwîstî pê hebû. Li dijî qirkirina jinê me erka pêşengiyê dane ser milê xwe, lewma rêxistinkirin pêwîst e, yekîtî, perwerdekirin pêwîst e. Bi vî rengî em ê karibin dijminê xwe vala derbixin. Helwesta jinê bi rastî jî girîng bû, em wê jî silav dikin. Bi giştî li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat em hemû çalakiyên 8’ê Adarê pîroz dibînin, em dewamkirina wê girîng dibînin. Ji koletiyê re, kedxwariyê re, bêmirovatiyê re na. Dem dema azadî, mirovatiyê ye. Dem ew dem e ku bi pêşengiya jinê em pergaleke demokratîk konfederal ava bikin. Di helwesta jinan a 8’ê Adarê de ev yek derkete holê. Em vê yekê bi rûmet dibînin.

Ev ruh divê derbasî Newrozê bibe. Ev Newroz Newroza nîv sedsalê ye. Weke şoreş, têkoşînê me 50 sal li pey xwe hişt. Ev Newroz Newroza Serokatî ye. Ji bo azadkirina fîzîkî ya Serokatî divê em jin vê pêşengiyê, îsyana xwe mezin bikin, têkoşîna xwe berfireh bikin, her qadê bikin qadên Newrozê. Em karibin faşîzmê li bin bixin, keleha zilmê hilweşînin. Di vê Newrozê de divê xwedîderketineke bi heybet bê çêkirin. Ji ber ku Newroz berxwedan e, jiyan e, mizgîniya biharê ye, serketin e. Ji me Kurdan re pir tiştan îfade dike. Roja ku me keleha zilmê rûxandiye, me azadî bi dest xistiye. Em vê Newrozê jî karibin bikin Newroza Serokatî ku karibin Serokatî bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Em dîwarên zilmê yên li Îmraliyê, tecrîdê bi têkoşîna xwe, bi helwesta xwe birûxînin. Ji ber ku ew hêza me heye. Çima em vê nekin? Ji ber ku dijminê me ji vê ditirse ewqasî êrişî me dike. Wê astengiyan çêbike, ji bo Newroza me pûç bike wê her tiştî bike. Di Newroza Amedê de divê her Kurd li wir be. Bi rastî zexteke giran li ser gel heye. Li malan, li zindanan êşkence tê kirin, darizandin lê tê ferzkirin. Jin û ciwan çawa ku pêşengî ji 8’ê Adarê re kirin divê em vê îsyan û germbûna xwe derbasî Newrozê bikin. Em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêbertî, azadiya gelan. Em bikin bihara gelan, azadiya gelan. Em bi vê hestê bang li jin, ciwanan û tevahiya gelê xwe dikin, bi germahiyeke mezin xwedî li Newroza Serokatî derkevin. Ji ber ku dem dema azadiyê ye, eger serokê me azad bibe wê gelê me jî azad bibe, wê xaka me jî azad bibe, hestên me jî azad bibe. Em ê karibin jiyaneke azad bi hev re parve bikin, bijîn. Wê bibe dawiya dijminê me. Ji ber ku dijminê me jî lawaz e. Eger ewqasî bêhiqûqiyê dike, ji ber ku lawaz e dike.

Li ser Serokatî 24 sal in tecrîdeke pir hişk heye. Ne dikare hevdîtinê bi parêzeran re ne jî bi malbata xwe re bide çêkirin. Yanî bêhiqûqiyeke pir cidî heye. Serokê me 24 sal in ku di nava tecrîda heyî de di nava berxwedaneke mezin de ye. Ev berxwedana ku ruh dide me, rê nîşanî me dide, ruh dide mirovên bindest, em vê berxwedanê ji dil û can silav dikin. Em jî şopdarên vê berxwedanê ne. Em vî dîwarê zilmê yê li dora Îmraliyê hatiye avakirin bidin şikandin, em Serokê xwe bi azad di nava xwe de bibînin. Ji ber ku nêzîkatiya faşîzma hikumeta AKP-MHP’ê ji Îmraliyê re îro li ser zindaniyan hemûyan tesîra xwe heye, heman nêzîkatiyê dikin. Heman nêzîkatiyê li civakê jî dikin, civak hemû kiriye mîna zindanê. Bi taybetî di şexsê Serokatî de li dijî jinê vê tecrîda hişk dide meşandin. Destpêkê pêşengên jinan girtin. Îro bi sedan pêşengên jinan ên azadiyê di zindanan de ne. Dîlgirtî ne, ev mirov bêsûc û bêguneh in. Ji azadiya xwe zêdetir tiştek nexwestine, mafên gelê xwe, mafên jinan xwestine. Mîna weke Garîbe Gezer hatin qetilkirin. Îro Aysel Tûglûk milê wê yê tenduristiyê gelekî cidî ye, divê bê berdan. Bi dehan kesên wisa nexweş hene. Bi vê yekê dixwazin civakê bêdeng bikin, malbatên wan bêdeng bikin. Me weke gel û tevger me ji zûdeyî dîwarê tirsê şikandine, me dîwarê mirinê şikandine. Em ne ji mirinê ditirsin, me ev dijminê hov baş nas kiriye. Ew hiqûqê xwe nas nakin, pêl li hiqûqê xwe dike û êrişî tevgera me û mirovên azadiyê dikin. Evana em zanin ku ji lawaziya wan e. Ji bêçarebûna wîna ye. Li hemberî berxwedana ku li zindanan tê kirin dijminê me jî lawaz bûye. Dijminê me jî ji ber wê ewqasî êriş dike. Eger berxwedana me dihêle ku dijminê me bêhiqûqî bike, wê demê em rast li ber xwe didin. Em rast têkoşînê dimeşînin. Gelek mirovên ku cezayên wan temam bûne têne înfazkirin. Ev yek li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin. Yanî mirovek 30 salan girtî ye, divê bê berdan, roja din cenazeyê wî tê derxistin. Ev çi ye, çi mesajê dide civaka me ya Kurd? Dibêje ‘Çi dibe bila bibe dawiya te mirin e, heqê te yê jiyanê nîne’. Ji ber wê ev helwest tê nîşandan. Li dijî vê faşîzmê divê em li derve bibin dengê girtiyan. Malbatên girtiyan li Amedê, li Wanê li baroyan çalakiyan dikin. Em çalakiyên wan jî silav dikin. Lê belê divê tevgera jin, ciwan, civaka me tevlî vê berxwedanê bibin. Ji ber ku berxwedana niha li zindanan tê kirin ne tenê ji bo malbatê xwe ye, ji bo azadiya gelê Kurd e, ji bo serokatî ye, ji bo mirovatiyê li ber xwe didin. Lewma divê her kes li kêleka van malbatan bisekinin.

Bawer bikin dijminê me zehîf bûye, bêçare bûye. Em hinekî din têkoşîna xwe bilind bikin. Îro hikumeta AKP’ê ya çete ya mafya kontrola xwe winda kiriye û li her derê êriş dike. Em şerê însanetiyê dikin, em doza mafê xwe dikin. Me tiştekî zêde ji kesekî nexwestiye. Ev yek divê ji aliyê gelê me û bi taybetî jî bi pêşengiya jinê were meşandin. Îro çawa li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Star û HPG’ê di çeperan de li ber xwe didin, berxwedana niha ya li zindanan jî heman berxwedan e, heman sekin e. Yên di nava civakê de xwedî helwest heman sekne. Divê em vê seknê bilind bikin. Dema wê hatiye ku em bi serokê xwe re azad bijîn, li welatekî azad û wekhev em karibin bi hev re bijîn. Îro li her derê dinyayê xwedî li paradîgmaya serokatî derdikeve. Eger paradîgmaya serokatî jiyanî bibe îro li Rojhilata Navîn krîza heyî, şerê heyî jî wê bi dawî bibe. Ji bo wê ev yek pêk neyê, dijmin her tiştî dike. Ji biratiya gelan ditirsin, ji yekîtiya gelan ditirsin. Ji tifaqa jin ditirsin, li hemberî xwe weke tehdîtê dibîne. Madem wiha ye alternatîf ew e ku em karibin biratiya gelan, tifaqa jinê bi ruhê ciwan re bi pêş bixin, têkoşîna xwe bilind bikin. Eger em bi vî rengî bikin di dever nîne ku em nikaribin bi ser bixînin. Îro em li Başûrê Kurdistanê dinerin, jinek ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Di ser re kesê ku qetil kir derxistin televîzyonê û wî kesî got ‘heq kiribû ku min ew qetil kir’. Bêyî ku were dadgehkirin bi hêsanî diaxivî. Ev nêzîkatî meşrûkirin e, îlankirina komkujiya li dijî jinê ye. Bi taybetî ev nêzîkatî li televîzyonên Mesrûr Barzanî hate nîşandan. Tevgerên jinê yên li Başûrê Kurdistanê divê li dijî vê nêzîkatiyê xwedî helwest bin. Helwestek hate nîşandan, lê belê bêhesabdan nesekine. Divê hesabê wê bixwazin. Eger kujer karibe bi hêsanî biaxive hingî ev yek meşrû dikin, her kes wê hêzê bi xwe re bibîne ku bike. Heta ku hesabê vê kuştinê heyê xwestin divê Tevgera jinê nesekine. Ji ber ku ev îlankirina komkujiya jinan e. Em wisa pênase dikin, mesajeke wisa didin jinê. Dive tevgera jinê xwedî helwest be.

Herî dawî li Başûrê Kurdistanê Şêwra Jinan a Neteweyî hate lidarxistin. Di wê şêwrê de jî gelek biryarên girîng hatin girtin. Biryarên li ser lidarxistina yekîtiya jinê, konferansa jinê ya neteweyî divê karibin pêşengiyê ji kongreya neteweyî ya Kurd re bikin. Ev xebatên girîng in, em van xebatan silav dikin û dişopînin. Di bicihanîna van biryaran de em hemû berpirsyar in. Jin ên ku jiyanê, civakê fêhm dikin, têdikoşe divê em pêşengiyê bikin.

Di Newroza sala 2022’an de em karibin azadiya Rêberê xwe misoger bikin, tifaqa jinê ya neteweyî pêk bînin. Îro jinên cîhanê çavên wan li tevgera jinê ye. Çavên wan li tevgera jinên Kurd e. Em karibin pêşengiyeke rast bikin. Em deyndarê Serokê xwe ne ku ewqas derfet dane me. Ji Jinolojiyê heta partiyê, em xwedî sîstemê ne, em li her derê rêxistinkirî ne. Divê em vê salê bi azadiya serokatî tacîdar bikin. Derfetên me hene û hêzên me hene. Eger em dest pê bikin her kes wê bide pey me û em ê karibin serketinê misoger bikin.

Em ruhê 8’ê Adarê bi ruhê Newrozê re bikin yek. Dem dema azadiyê ye. Em Serokatiya xwe di nava xwe de azad bibînin. Em Newroza 2022’an di serî de li Serokatî, li şehîdên azadiyê, îro li hevalên ku li hemû çeperan şer dikin û gelê me yê azadîxwaz ê 24 saetan li ser piyan e û hemû mirovên me yên xwedî li vê Newrozê derdikevin, wate didin Newroza azadiya Rêbertî û gelê me ye, em pîroz dikin. Ji niha ve ez Newrozê bi dil û can li hemû gelê me, serokatî, şehîdan, berxwedêrên zindanan pîroz dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv