Malazgirt ev gotin: ”Em ketina meha Adarê û îro Newrozê pîroz dikin. Bila Newroz li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê Kurd, li dostan û li hevrêyên ku li zindana li ber xwe didin pîroz be. Ji bo gelê Kurd Newroz roja berxwedan, serfirazî û rabûna koledariyê ye.  Tevgera me ya azadiyê b irihê Kawayê hevdem Mazlûm Dogan ev 40 sal in lişer dike û li ber xwe dide. Hevrê Mazlûm DOgan ku zilma artêşa Tirkqebûl nekirî, li dijî vê zilm û êşkenceyê şeva 20’êAdarê bi çalakiyek kir, gelê Kurd ji vê çalakiyê û wir ve Newrozê bi lehengî pîroz dike.

Di meha Adarêde hem Cejna Newrozê û hem jî Heftiya Lehengiyê heye. Sembola Heftiya Lehengiyê Fermandar Egîd, bi pêşengiya xwe ya pratîk rêbertî li gerîla kir û derbên giran li artêşa Tirk da. Bi vî rengî tola hevrêyên xwe hiland ku li zindanan li ber xwe dida. Heval Egîd wiha derkete pêş û bû sembolek .Heval Egîd û gelek hevalên me yên pêşeng vê mehê şehîd bûn. Di şexsê heval Egîd de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînn û li ber wan bejna xwe ditewînin.

Dewleta Tirk sala 2021’an biryar li ser da ku li ser hin herêmên Garê tevgera taybet bide destpêkirin. Êrîşê ji 10’ê Sibatê heta bi 14’ê Sibatê dom kir. Armanca xwe ew bû ku derbeke giran li erîla bide û vê di berjewendiya siyasî de bixebitîne. Wê hewl bida ku xwe di qada leşkerî de serkeftî nîşan bide. Qada Garê ji bo me xwedî cihekî navendî û stratejîk e. Li wê herêmê girtîgehên me hene. Artêşa Tirk û endamên MÎT’ê hene. Xwestin ku wan esîran ji destê me derxînin û wan bi kar bînin lê dewleta Tirk nekarî vê pêk bîne. Li ser vê qad û çarçoweya êrîşa dagirker berfireh kirin. Şeva 23’yê Nîsanê  Metîna, Zap û Avaşînê kire hedef. Sala çûyî li van herêman şerekî giran çêbû.

Li Mamreşo berxwedaniyeke mezin çêbû. Hevalên me bi berxwedaniyeke ji vîna mirovî rajortir şer kirin. Kêm miro dikarin li dijî artêşeke mezin, li dijî her cure teknîk û gaza kimyewî dikarin şer bikin. Hevrêyên me ev lehengî mezin kirin û bi komeke biçûk li dijî arteş û teknîkê û çekên kimyewî bi dilêri li ber xwe dan. Berxwedaniya healan bû sedem ku planên artêşa Tirk bi ser nekeve. Ev rastiyeke mezin e. Heftiya pêşî li Mamreşo hevrêyên me mizginiya serkeftinê dane me.Her wiha li Girê Sor komeke hevalan a ji 9 kesan du mehan berxwedaniyeke mezin kirin. Li Tabûra Ereban û Werxelê hevalan di dorpêça dijmin de mewziyên xwe parastin û nehiştin ku artêşa Tirk bikeve tûnelên şer. Li herêma Zapê, li Cîloya Biçûk û Qela Bedewê hevrêyan 45 rojan li ber xwe dan û nehiştin ku arteşa Tirk nêzî tûnelên şer û bibe û derdora ê bipêçe. Komên taybet û biçûk li dijî artêşa Tirk rojene operasyonan dikin. Ji dijmin gelek leşker hatin kuştin û dijmin hate gêjkirin.

Li gori agahiyên ber destên me dijmin dîsa haziriyan dike. Zivistana çûyî pêkanîna tevgera dagirker ji hêlên xwe yên çê û xirab ve me şîrove kir û nirxand. Êdî divê em xwe xweş hazir bikin. Dibe ku saleke ji sala çûyî zortir bibe. Divê ev di bîra me de be û her hevalê ku dibêje, ‘ez milîtanê PKK’ê me’, li dijî dagirkeriya îsal a Tirk divê şer bike. Heke dibêjin em hevrêyên şehîdên leheng in, hilanîna tola Cumalî, Delal, Şoreş, Serhed, Çavrê, Sarya, Zİnarî, Bawer û hemû hevrêyan deyneke li ser sukra me .Bawer dikim her heval xwe hazir dibîne ku tola van hevalên xwe bistîne.”