HÊRS Û RÛMET
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Emîne Şenyaşar îro 17 roj in di çalakiyê de ye. Tenê daxwazek wê heye û ew jî edalet e. Ew dibêje ku kanî edalet ? Dixwaze kesên zarokên wê qetil kirine werin girtin. Heta ku ew kujer neyên girtin wê dev ji çalakiyê bernede. Eger wê bigrin jî dev jê bernade. Naxwaze jiyanek din qebûl bike.
Di nava 17 rojan de li ser Emîne Şenyaşar û kurê wê yê birîndar ji bûyerê xelas bû gelek tişt hatin nivîsandin. Lê li gorî min hin mijar kêm mane. Dewleta faşîst destûr nade ku Emîne Şenyaşar wekî navê xwe Şên bijî. Dayikek bi êş û jineke Kurd e. Şîna hevjîn û zarokên xwe digre. Wan kesan di qezayekê de jiyana xwe ji dest nedane. Ji aliyê AKP’ê ve hatin qetilkirin. Kujer AKP’yî ne û kesên hatine qetilkirin jî HDP’yî ne. Ji ber vê yekê jî yê hate girtin Fadil Şenyaşar e û 150 sal cezayê girtîgehê jêre dixwazin.
Kujer li derve ne û hêrsa Emîne Şenyaşar jî ji vê ye. Emîne Şenyaşar navê berxwedanê ya li dijî zilma sedê salan e. Dema ku dibêje ez jiyanake wiha qebûl nakim, li ber wê dewleta çete çok danayne. Hebûna xwe diparêze û li mafê xwe digere. Beriya her tiştî weke Kurdekê ji jiyana bi rûmet venagere. Heqîqeta berxwedana Emîne Şenyaşar jî ev e.
17 roj in li pêşiya avahiya dewletê şerê rûmetê dike û rûmeta xwe diparêze. Dema ku çavê wê tijî û hêrs be jî li ber xwe dide. Ji ber vê yekê bila kes xwe li ser neqeherîne. Bila dilê kesî pê neşewite. Ew ne di wê rewşê de ye. Helwesta wê hêja ye. Li şûna ku bi awayekî bêdeng şîna zarokên xwe bigre, ji bo mafê xwe riya têkoşînê hilbijartiye.
Jiyana faşîzmê qebûl nake û li dijî wê li ber xwe dide. Bi rûmeta xwe li ber xwe dide. Tevî binçavkirin û zextên dewletê jî li ber xwe dide. Bi êşe, lê bi hêrs e. Li dijî bêedaletî, neheqî û zilmê bi rûmet û hêrsa xwe abîdeya berxwedanê ye.
Helwesta Emîne Şenyaşar li dijî Nemrûdên vê serdemê ye. Her ku ev helwest zêde bibe wê saltanata zaliman hilweşe. Wê bê edaletî bi dawî bibe. Gotinên Emîne Şenyaşar di heman demê de dirûşmeya berxwedanê ye. Di çavê min de Emîne Şenyaşar berxwedêrek e. Bi êş e, lê bi hêrs e. Beriya her tiştî bi rûmet e. Tişta ku ji me re lazim jî helwesta bi rûmet e. Bila dilê we bi Emîne Şenyaşar neşewite, wê mînak bigrin.