LI FRANSAYÊ BINÇAVKIRINA KURDAN
ÊRIŞA DEWLETÊ JI ALIYÊ CIWANÊN KURD VE HAT PROTESTOKIRIN
Doh hukûmeta Fransî li Marsîlyayê li dijî Kurdan dest bi êrişekê kirin.
Gelek polîs êriş birin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd..
Her wiha avêtin ser gelek malan û deriyên wan jî şikandin.
Di encamê de 9 Kurd hatin binçavkirin.
Bi awayekî hemwext li paytext Parîs û bajarê Dragûîgnanê jî polîsan bi ser malên Kurdan de girtin û sê kes binçavkirin.
Li hemberî zextên polîsan û binçavkirina Kurdan, şevê din li paytext Parîsê ciwan çalakî pêk anîn..
Ciwanên Kurd li meydana Republique kom bûn û rê li çûnûhatinê girtin..
Di xwepêşandanê de pankertên binîvîsa “faşîzma Tirkiyê û Fransayê mîna hev e” hat hilgirtin..
Ciwanan peyam da ku heta hevalên wan bêne berdan ew ê çalakiyên xwe li qadan dewam bikin..
Bi heman armancê li bajarê Montpellierê Kurdistanî bi van nivîsanan nerazîbûn nîşan zextan dan:
Makron ti mîna Erdogan ne dîktatorî. Bêyî şikandina deriyan jî hun dikarin werin malên me.